Li gor zanyariyên hatine belavkirin, Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu xwe ji bo geşteke bo zêdeyî 15 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê amade dike.
Hatiye ragihandin Îmamaglu di geştên xwe de serdana şaredariyên li wan parêzgehan dike ku ligel şaredariya Stenbolê bira ne an bo çend projeyan hevaheng in û beşdarî vekirina projeyên ku li wan şaredariyan bi hevahangiya ligel Şaredariya Stenbolê hatine çêkirin dibe.
Li gor zanyariyan parêzgehên Dêrsim û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê jî ew parêzgehên Bakurê Kurdistanê ne ku Ekrem Îmamoglu serdana wan dike.
Îmamoglu di hilbijartinên xwecihî yên sala 2019an de bi piştevaniya dengên HDPê û Kurdan li Stenbolê wek şaredar hatibû hilbijartin.