Ji Elî Bapîr û Mela Bextiyar daxuyaniyên hevbeş bo referanduma serxwebûnê

Serokê Komela Îslamî ya Kurdistanê ragihand ku ew piştevaniya referanduma serxwebûna Kurdistanê dikin. Mela Bextiyar jî got ku divê Herêma Kurdistanê vê fersendê ji destê xwe nede û karê referandumê bike.

04.04.2017, Sal - 08:55

Ji Elî Bapîr û Mela Bextiyar daxuyaniyên hevbeş bo referanduma serxwebûnê
Nuçe Belav bike

Piştî bidawîhatina civîna di navbera şandeya hevbeş a PDKê û YNKê li gel Komela Îslamî ya Kurdistanê kongreyeke rojnamevanî hat lidarxistin û Serokê Komela Îslamî Elî Bapîr ragehand: ’Gelê kurd li hemû beşan zilm dîtiye û her pêngavek bo têkbirina wê zilmê em wek erkeke rewa dibînin. Referandum jî

Mela Bexetiyar jî di heman kongreya rojnamevanî de got: ‘’Mercên ku anha hene, PDK û YNK naçar kirine ku wan civînan pêk bînin. Herwaha li Kerkûkê ala Kurdistanê hat bilindkirin û me dît di nav 24 demjimêran de, ewên ku bi rastî ne demokrat in bi asanî li ser daxwaza eniya tirkmenan, li dijî ala Kurdistanê li Kerkûkê derketin. Me gelek dem winda kir, wa 10 sal e li ser madeya 140 derbas bûye û me nekarî bicîh bikî. Rewş û mercên niha cuda ne, piştî têkçûna DAIŞê û rizgarkirina Mûsilê, bi wan ezmûnan ve 14 sal borî, pêşeroj li gel Iraqê ne diyar e. Divê êdî em demê ji destê xwe nedin.’’

Mela Bextiyar got, du rojên pêş de civînê dê li gel Tevgera Goran û Tevgera Îslamî û aliyên mesîhî û tirkmen jî dê pêk werin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1262 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:10:52
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x