Ji Huda-Parê piştgiriya Ala Kurdistanê û serxwebûnê

Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad HUDA-PARê Vedat Tûrgût diyar kir, gelê Kerkûkê û yê Herêma Kurdistanê derbarê paşeroja xwe de çi biryarê bistînin ew dê piştgiriyê bidin.

07.04.2017, Cum - 12:36

Ji Huda-Parê piştgiriya Ala Kurdistanê û serxwebûnê
Nuçe Belav bike

Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad HUDA-PARê Vedat Tûrgût hildana Ala Kurdistanê li Kerkûkê û karvedanên rayedarên dewleta Tirkiyê ji Rûdawê re nirxand.

Vedat Tûrgût diyar kir ku di encama referendûma li Başûr rêveber û gelê Kurdistanê serxwebûn û dewletbûn jî di nav de biryara çi bidin ew ê wekî HUDA-PAR bibin piştgirê wê biryarê.

Herwiha Tûrgût destnîşan ku daxuyaniyên nijadperestane yên rayedarên hikûmeta Tirkiyê ji bo bidestxistina dengên erê yên netewperestan e.

Tûrgût got ku daxuyanî û bertekên rayedarên Tirkiyê zerer û ziyaneke mezin li biratiya gel û netewan dixe.

Herwiha li gor Tûrgût hêzên emperyal dixwazin navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê xera bike.

Li aliyê din Cîgirê Serokê HUDA-PARê got ku Tirkiyê ala Kurdistanê li paytexta xwe hilda, lê li Kerkûkê li dij e û ev yek nakokbar e.

Tûrgût anî ziman ku Tirkiye ji ala PYDê ya li Rojavayê Kurdistanê re deng nake, lê ji ala Herêma Kurdistanê re deng dike ev yek jî nakokbar e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1547 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:26:40
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x