Ji Serokwezîr Barzanî di derbarê rojevê de daxûyanî!

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî civîna Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke çapemeniyê de bûyera erdhejê, û geşedanên dawîn nirxand.

13.11.2017, Pts - 11:32

Ji Serokwezîr Barzanî di derbarê rojevê de daxûyanî!
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ku ji bo lêkolîna rewş û ziyanê dê komîsyonekê bişînin cihê erdhejê û herwiha spasiya hikûmeta Tirkiyê kir, ku di kêliyên yekem ên erdhejê de ji bo alîkariyê peyam şandine.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî civîna Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke çapemeniyê de bûyera erdhejê, geşedanên dawîn nirxand.

Barzanî da xuyakirin, ku ji şevê din ve ji bo agahiyên derbarê erdhejê de, li gel Parêzgarê Silêmaniyê û Qaymiqamê Derbendîxan di nava şêwirê de ne û got: “Li gorî zanyariyan heta niha 7 welatî şehîd bûne û hejmarek welatî jî birîndar bûne. Em di Encumena Wezîran de biryar da ji bo lêkolînan dê komîsyonekê bişînin cihê erdhejê.”

Nêçîrvan Barzanî da zanîn, ku piştî erdhejê Ofîsa Serokomarî, Wezareta Derve û Konsulxaneya Hewlêrê peywendî bi hikûmeta Herêma Kurdistanê re kirine demildest hevkarî şandine.

Barzanî got: “Tirkiyê ji duh şev ve bi rêya deriyê Îbrahîm Xelîl alîkarî şandiye herêmê. Herwiha bi rêya firokexaneya Silêmaniyê ve hevkarî şandin. Ez dixwazim spasiya helwesta Serokomariya Tirkiyê bikim. Tirkiyê di rojên teng de alîkariya me dike. Tirkiye cîranê me ye û em her tim dixwazin peywendiyên me bi cîranên me re baş be.”

Her wiha Serokwezîr Barzanî di berdevamiya axaftina xwe de behsa projeyasaya bûdceya 2018'ê ya Iraqê jî kir û diyar kir, ku wan nêrîn û pêşniyarên xwe yên derbarê vê mijarê de pêşkeşî hikûmeta Bexdayê kirine lê heta niha ti bersivek wernegirtine û wiha axivî:

“Ev xiraptirîn reşnivîsa projeyasaya bûdceya Iraqê ye. Ew pênaseyên di nava reşnivîsê de hene bi temamî ji bo xirakirina qewareya siyasî ya Herêma Kurdistanê ne. Di vî aliyê de helwesta me eşkere ye. Destûr pênaseya qewareya siyasî ya Herêma Kurdistanê dike. Em dixwazin li gel Bexdayê bigihin rêkeftinekê. Di vê reşnivîsê de zulm li gelê Kurdistanê kirine. Çimkî ew rêjeya diyar kirine tenê têra meaşê parêzgehekê nake. Me bi sîstema bayometrî hejmara karmend û meaşxuran destnîşan kirye. Eger Bexda bixwaze meaşên Herêma Kurdistanê bide, em amade ne. Lê Bexda dixwaze bi dualî bilîze, ji aliyekê ve ji xelkê Kurdistanê re dibêjin emê meaşên we bidin û ji aliyê din ve jî bûdceyê kêm dikin, bi tewşkirinekê dixwazin qewareya siyasî ya Herêma Kurdistanê têk bidin. Em dixwazin diyalogekî pir cidî bikin eger ew jî amade bin em dikarin danûstandinan bikin.”

Derbarê pirsgirêka dermanan de jî Nêçîrvan Barzanî got: “Mixabin di mijara şandina bûdce û dermanan de pirsgirêk derketine. Neşandina dermanan pirsgirêkan kûrtir dike. Ji ber ku ji bilî nîştecihên Herêma Kurdistanê hejmareke zêde ya koçberan jî li Kurdistanê dijîn.”

Nêçîrvan Barzanî tekez kir, ku ew dixwazin pirsgirêkên li gel Bexdayê di çarçoveya Destûra Iraqê de were çareserkirin û dubare kir, ku hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo gotûbêjan amade ye.

Barzanî got: "Niha li vir pirs eve ye; em dixwazin li Iraqê îstîqrarekî bi berdewamî hebe yan ev pirsgirêk berdewam bikin. Eger me seqamgirî hebe divê em wê lojikê bihêlin ka kî lawaz û kî bi hêz e. Eger Bexda vê nêrîn3e neguhere dê her pirsgirêk bimîn û dê gelê Kurd jî her bimîne daxwaza mafên xwe bike."

Li ser mijara biryara Dadgeha Federalî ya li ser referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê Barzanî da zanîn: “Di rojên pêş me de dê hikûmet bi awayekî fermî bersiva vê briyarê bdie.”

Derbarê hevdîtinên ligel aliyên siyasî yên Kurdistanê de Barzanî destnîşan kir, ku li gel Cîgirê Serokwezîr bername çêkirine da ku li ser mijara rewşa siyasî û hilbijartinên pêş danûstandinan bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1264 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:17:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x