Karayilan: 'Sosyolojiya Komara Tirkiyê rê nade Kurdek Elewî bibe Serokkomar'

Endamê Konseya Rêveberiya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Murat Karayilan ragihand ji ber ku berbijêrê Hevpeymaniya Milet Kemal Kiliçdaroglu Kurdek Elewî bû deng bo wî nehatine dayîn û got “Sosyolojiya Komara Tirkiyê rê nade Kurdek Elewî bibe Serokkomar.”

02.06.2023, Cum - 10:24

Karayilan: 'Sosyolojiya Komara Tirkiyê rê nade Kurdek Elewî bibe Serokkomar'
Nuçe Belav bike

Endamê Konseya Rêveberiya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Murat Karayilan ji medyaya nêzîkî PKKê re derbarê encamên hilbijartinên 14 û 28ê Gulanê yên parlementerî û serokkomariya Tirkiyê de axivî.

Karayilan ameje bi wê yekê da ku hilbijartinên giştî yên Tirkiyê di şertûmercên ne dadmendane û wekhev de hatine lidarxistin û aliyekê hemû derfetên dewletê bikaranîne û got “Girtin jî di nav de guvaşên piralî û bûyerên dizîna dengan û sextekarî çêbûn û ev encamên hilbijartinê ne rewa ne.”

Murat Karayilan balkişand ser kêmbûna dengên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku bi nav û logoya Partiya Çepên Kesk (YSP) beşdarî hilbijartinan bibû û got “Li gor berê di dengan de kêmbûn heye, lê tevî ewqas êrîş, girtin û gefan helwesteke girîng hate nîşandan. Tevî van nîşandana îradeyê ne tiştek asan e.”

Endamê Konseya Rêveberiya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Murat Karayilan li ser hevrikiya di navbera berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu û Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyîp Erdogan de jî dibêje “Kesê li hember Erdogan Kurd û Elewî bû. Ji ber wê deng bo wî nehatin dayîn. Eşkere ye ew sosyolojiya ku komara Tirkiyê li ser hatiye avakirin, rê nade ku Kurdek Elewî bibe Serokkomar. AKP û MHPê bi pêşengiya Ergenekonê ev sosyolojiya sîstema komarê çêkirine. Ev sosyolojî sosyolojiyeke Sunne û nijadperest e. Xala girîng ev e.”

Murat Karayilan di berdewamiya axaftina xwe de ragihand ku li Tirkiyê pirsa sereke pirsa Kurd e û got:“Ji bo çareseriya vê pirsê jî demokrasî pêwîst e. Muxatabê Pirsa Kurd ne partiyên siyasî ne, dewlet e. Wate muxatabê me dewleta Tirk e. Ji ber wê jî ti pirsgirêkeke me ya weke dijminatî an jî dostayetiya ligel partiyên di nav sîtemê de nîne. Ji ber ku muxatabên me diyar in. Ji ber ku ev siyaseteke dewletê ye. Bo mînak eger desthilat hatiba guhertin jî dê heman tişt li pêşiya me bûya.”

Karayilan rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan wek navnîşana çareseriya pirsa Kurd nîşan da û go: “Berî 27 mehan, ligel wî bixwe (Abdullah Ocalan) hevdîtinek çêbû û di hevdîtineke xwe ya berê de jî gotibû ez dê vê pirsê di nava heftiyekê de çareser bikim. Wate eger çareseriyê bixwazin rêber Apo li wê derê ye, lê eger bi kuştina ciwanên Kurd bixwazin bigihin encamê em rê nadin vê yekê û em dê wan têk bibin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 360 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:38:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x