Bi pêşengiya Sekreterê duyem ya YNK'ê Berhem Salîh jibo hilbijartinên Başûrê Kurdistan eniyek nû hat avakirin.
Li gorî çavkaniyên herêmî, îro danê sibehê nûnerê Berhem Salih Kerîm Behrî di civîneke çapemenî de ragihand ku wan ji bo hilbijartinan hevpeymaniyek ava kirine û navê wê jî di Komîsyona Hilbijartinan de tomar kirine.
Kerîm Behrî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Piştî ku hevpeymaniya wan ji aliyê Komîsyonê ve hat pesendkirin wê serokê hevpeymaniyê Berhem Salih peyamekê belav bike."
Tê gotin navê pêkhateya ku Berhem Salih ava kiriye 'Bereya Demokrasî û Dadperweriyê' ye û heta niha nayê zanîn Berhem Salih dê bi yekcarî ji YNKê veqete yan jî di bin banê YNKê de xebatên xwe bidomîne.
Her wiha tê destnîşan kirin (îddiakirin) ku ev pêkhate jibo beşdariya hilbijartinên ku dawiya meha mijdarê pêk were hatiye avakirin.