Mela Bextiyar: Tu kes nikare li Şingalê kantonê ava bike

Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtboruya Yekîtiya Niştimanîya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar ragihand ku nabe tu kes li Şingalê kantonê ava bike.

31.03.2017, Cum - 05:58

Mela Bextiyar: Tu kes nikare li Şingalê kantonê ava bike
Nuçe Belav bike

Mela Bextiyar li ser vê mijarê daxwaz ji Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) kir ku bi lihevkirineke siyasî ya li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Partiya Demorkata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û aliyên din, arîşeya rêveberî û siyasî ya li Şingalê çareser bike.

Mela Bextiyar ragihand ku tu kes û alî nikare û mafê wê yekê nîne ku li Şingalê kantonê ava bike û got: " Ne bi îsrara li ser wê yekê ku kantonê li Şingalê ava bikin. Di rastiyê de tu aliyek nikare û mafê wan nîne ku li Şingalê wê yekê bike, me jî weke YNKê mafê wê yekê nîne, di demekê de ku me bi hezaran hezar pêşmerge li wan navçeyan heye, em nabêjin ku em dê navçeyekê ava bikin ku ser bi YNKê be. PDK jî nikare wê yekê bike, her çend ku PDK li gorî encamên hilbijartinan li wê derê partiya serdest bûye."

Bextiyar di berdewamiya axaftina xwe de ji bo mijara tevlîbûna ciwanên kurd a Heşdî Şebî got: "Li ser mijara tevlîbûna xortên kurd di nav refên Heşdî Şebî de û tomarkirina nava Heşdî Şebî yek sunî jî têde nîne heta niha, yek kurd jî têde nîne bi bijardeya kurdîtiyê. Ewên ku bi wan re ne ew kurd in ku ji bo pere û bîr û baweriyên mezhebî û tayifî çûne. Me bi tu awayekê heta niha jî me yek kurd jî dehf nedaye ku biçe û tevlî Heşdî Şebî bibe. Belku ji me re nexweş e jî ku li navçeyên nakokî li ser, Heşdî Şebî hebe. Çimku pêwîst nake, Pêşmerge gelek baştir ji Heşdî Şebî di parastina wan navçeyan de rol lîstiye."

Sputnik
Vî nûçeyê tevayî: 1169 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:41:40
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x