Serokê Giştî yê HAK-PAR'ê Kaplan û heyeta pê re îro li Mersîn û Edenê bûn
Serokê Giştî yê HAK-PAR'ê Duzgun KAPLAN û heyeta pê re namzetên parlamenteriyê yên Edeneyê û Mêrsînê îro li Mêrsîn û Edeneyê bi gelê me re hatin cem hev.
Endamên partiya me bi konvoya ku bi beşdariya parlamenterên Mêrsîn û Edeneyê pêk hat, hat dîtin ku eleqeya gel ji bo konvoya ku bi moral, motîvasyon û rûyekî bi ken pêk hat zêde bû.
Ji dilxwazên HAK-PAR û gelê me yên ku piştgirî û beşdarî vê çalakiyê bûn re spasiyên bêdawî.
Meşa azadiyê ya HAK-PARê didome.
Partiya Maf û Azadiyan
Buroya Çapemeniyê ya HAK-PARê