Nameya vekirî ya Mustafa Özçelik ji Serokomar Erdogan, Wezîrên Nû û Endamên nû yên TBMMyê re

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik ji bo Serokomar Erdogan, endamên nû yên Lijneya Wezîran û hemû endamên TBMMê nameyek vekirî weşand.

06.06.2023, Sal - 14:27

Nameya vekirî ya Mustafa Özçelik ji Serokomar Erdogan, Wezîrên Nû û Endamên nû yên TBMMyê re
Nuçe Belav bike

Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Özçelik nameyek vekirî ji Serokomar Erdogan, endamên nû yên Lijneya Wezîran û hemû endamên TBMMê re weşand.

Nameya ku Mustafa Ozçelîk weşand wiha ye:

Rêzdar Serokkomar,

Endamên Nû yên Hikûmeta Tirkîyeyê yên Rêzdar

Endamên Nû yên Meclîsa Tirkîyeyê yên Rêzdar

Ez yek ji wan 1160 kesayetên kurd im ku , berîya hilbijartina 14ê Gulana 2023yê, di roja 05.05.2023yê nameyeke vekirî ji hemû namzedên serokkomarîyê û namzedên parlamenterîyê ra şandibûn. Nuha hilbijartin bi dawî hat û cenabê we hatine hilbijartin.Ez dixwazim wan daxwazên ku me berê bi nameya vekirî pêşkêşî we kiribû, vê carê li ser navê xwe pêşkêşî cenabê we bikim.

Ez yek ji wan kurdan im ku, di dîroka Dewleta Cimhûrîyeta Tirkîyeyê ya 100 salî de, hebûna min jî hemû mafên min jî tune hatine hesibandin.

Ez di vê bawerîyê da me ku telafî kirina vê neheqîya dîrokî, di çareser kirina hemû pirsgirêkan da dê bibe gava yekem.

Heger em bixwazin ev wêneyê nû yê ku piştî hilbijartinên 14 û 28ê ê Gulana 2023yê derketîyê holê ji bo miletê Kurd û gelên Tirkîyeyê bibe destpêkeke nû; ez di wê bawerîyê da me ku, li gel nasnameya Kurdî, di Qanûna Bingehîn û di hemû qanûnên peywendîdar da bicîhanîna van daxwazên min ên însanî û nasnameyê yên ku li xwarê min anîne zimên, dê di çareserîya vê pirsê da gaveke dîrokî be û dê roleke girîng bilihîze.

Ez di wê bawerîyê da me ku ev daxwazên min anîne zimên, daxwazên herî esasî, însanî, acîl yên 25 milyon kurdên ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê dijîn e.

Herweha ez di wê bawerîyê da me, pêkanîna van gavên ku min anîye zimên, dê bibe klîda çareserîya demokratîk ya pirsa kurdî û herweha pêkanîna azadî, demokrasî, edalet û wekhevîyê ya li Tirkîyeyê:

-Bi tirkî perwerdeya bi zimanê dayikê heye; bila bi kurdî jî perwedeya bi zimanê dayikê hebe.

-Tirkî zimanê fermî ye; bila kurdî jî bibe zimanê fermî yê duyem.

-Yek bibêje ‘’Ez ji Tirkîyeyê me’’ ne qedexe ye; gava yek bibêje‘’Ez ji Kurdistanê me’’ jî bila ne qedexe be.

-Bi tirkî navê bajar, navçe, gund û cîh û waran serbest in; bila bi kurdî jî navê bajar, navçe, gund û cîh û waran serbest bin.

-Partî û dezgeh û rêxistinên bi navê Tirk û Tirkîyeyê dikarin bêne damezrandin; bila partîyên bi navê Kurd û Kurdistanê jî bikaribin bêne damezrandin.

-Li mizgeftan bi tirkî weaz têne dayin; bila bi kurdî jî weaz bêne dayin.

-Azadîya fikrî, bawermendîyê, xwe îfade kirinê û xebata birêxistinî, di Qanûna Bingehîn û di hemû yasayên peywendîdar da bila bêne garantî kirin.

-Mafê nasnameya jinên Kurd û azadî û wekhevîya hemû jinan bila di Qanûna Bingehîn, di qanûnên peywendîdar û di jîyanê da bêne garantî kirin.

-Cîhê mezelên mezinên tirkan dîyar in, herkesek dikare zîyareta mezelên wan bikin. Lê cîhên mezinên kurdan yên wek Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Seyîd Riza û Seîdê Nûrsî û kesayetên din ên Kurdan nayên zanîn. Bila ev neheqî ji holê rabe, bila cihê mezelên wan bêne aşkere kirin û herkesek bikaribe zîyareta mezelê wan bikin.

-Hemû kesên ku ji ber xebatên xwe yên sîyasî, ji ber nivîsandin û parve kirina fikrên xwe di hefsê de ne, hatine ceza kirin, bila bêne berdan û hemû dozên ku di heqê wan da hatine vekirin ji holê rabin.

-Bila hemû şerhên ku Dewleta Tirkîyeyê danîye ser Peymana Netewên Yekbûyî ya Di Derbarê Mafên Zarokan, Şerdên Xweserîya Rêveberîyên Herêmî yên Ewropayê û hemû Peymanên Navnetewî ji holê rabin û hemû mafên ku di van peymanan de hatine pênase kirin bila bêne bicîhanîn.

-Bila dawî li hemû şer û operasyonên leşkerî û tûndûtûjîyê bêne anîn; divê rê ji rêbaz û amûrên sivîl, demokratîk, sîyasî ra bêne vekirin û pirsgirêk bi dîyalogan bêne çareser kirin.

06.06.2023

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê PAKê

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1088 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:47:11
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x