Navê nû yê HEDEPê diyar bû

Kurteya navê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) bû “DEM Partî”

11.12.2023, Pts - 13:06

Navê nû yê HEDEPê diyar bû
Nuçe Belav bike

Partiya Çepên Kesk biryar dabû navê xwe bike Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP).

Lê Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê (Yargitay) qebûl nekiribû ku kurteya navê Partiya Çepên Kesk bibe HEDEP.

Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê bi hinceta ku “HEDEP, HADEPê bi bîr tîne” ev kurtkirin qebûl nekiribû.

Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê biryar da ku HEDEP, navê HADEPê bi bîr tîne û dibe ku ev nav werin tevlîhevkirin.

Dadgeha Bilind biryara xwe ji HEDEPê re şand û jê xwest ku kurtkirina navê partiye xwe biguhere.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan piştî vê yekê biryar da ku kurteya navê partiyê bibe DEM Partî.

Berdevka HEDEPê Ayşegul Doganê kurteya navê nû yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan ji raya giştî re eşkere kir.

Li gorî daxuyaniya Ayşegul Doganê, kurteya navê nû yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan bû DEM Partî.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 320 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:45:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x