Newşêrwan Mistefa nameyekê bo Serokê Herêmê re dişîne

Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goran Newşêrwan Mistefa nameyekê bo Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re dişîne, tê de sipasiya Serokê Herêmê bo nameya cenabê wî derbarê taziya Şûle xan dike

26.03.2017, Paz - 08:01

Newşêrwan Mistefa nameyekê bo Serokê Herêmê re dişîne
Nuçe Belav bike

Di nameya Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goran Newşêrwan Mistefa wiha hatibû :"Gelek sipas ji peyama we ya sersaxiyê derbarê koça dawî ya hevjîna min Şûle xan, Ji xwedayê dilovan hêvîdar im, hun bi silamet bin."

Her îro Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goran Newşêrwan Mistefa daxuyaniyek belav kirbû, tê de sipasiya hemû kes û aliyên siyasî û xelkê Kurdistanê di beşdariya taziya hevjîna wî Şûle xan de kiribûn kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî nûnerê xwe rêkire Silêmaniyê û beşdarî di taziya Şûle xan de kir.

Newşêrwan Mistefa ji ber xirabiya rewşa xwe tendirûstî û wergirtina çareseriyê nekarî beşdariyê di taziya hevjîna xwe de bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1094 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:47:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x