Noam Chomsky: Kurd ji bo serxwebûnê divê bibin yek

Bîrmendê Amerîkî Noam Chomsky dibêje, Kurd bi yekbûnê, dikarin li navenda kêşeyên Rojhilata Navîn, xwe biparêzin û siberoj û çarenûsa xwe diyar bikin.

06.06.2023, Sal - 07:04

Noam Chomsky: Kurd ji bo serxwebûnê divê bibin yek
Nuçe Belav bike

Nivîskar û Bîrmendê Amerîkî Noam Chomsky bû mêvanê bernameya Basî Roj a Kurdistan24ê ku ji aliyê Jîno Mihemed ve tê pêşkêşkirin û li ser çendîn pirs û mijarên girîng axivî.

Chomsky diyar kir, Kurd li her çar parçeyan rûbirûyî zilm û serkutkariyê bûne, lê belê bi yekbûnê dikarin rêyeke aştiyane ji bo bidestxistina serxwebûnê hilbijêrin.

Noam Chomsky li ser siberoj û çarenûsa Rojhilata Navîn û hebûna çendîn kêşe û qeyranên siyasî, enerjî û jîngehê destnîşan kir, Amerîka û Brîtanya û Ewropa li aliyekî, Çîn û Rûsya li aliyekî din, li pey berjewendiyên xwe ne li Rojhilata Navîn.

Bîrmendê Amerîkî derbarê rewşa Kurdan de diyar kir, Kurd di destpêkê de divê kêşe û nakokiyên xwe çareser bikin û dabeşkariyên xwe çareser bikin. Herwiha bal kişand ser wê yekê ku li her çar parçeyan zilm li Kurdan hatiye kirin û hatine çewisandin, loma wek pêwîst dibîne ku Kurd ciyawaziyên xwe deynin aliyekî û ji bo armancên xwe rêya yekbûnê hilbijêrin.

Noam Chomsky destnîşan kir, konteksta wan welatên ku Kurd hatine dabeşkirin, ji hev cuda ne, wek mînak, konteksta Iraqê ji Tirkiyê cuda ye, ya Tirkiyê jî ji Sûriyê cuda ye û got: “Lê belê divê hemû di pêkvebûn û yekgotariya xwe de bi hev re bin û rûbirûbûyî vê serkutkariyê bibin û rêyeke aştiyê bibînin ji bo bidestxistina serxwebûnê.” Herwiha got: “Kurd li Iraqê heta radeyekê serbixwe ne, li Sûriyê jî heman şêwe, lê li Tirkiyê rewşa wan hinek aloztir e, ji bo derbasbûna serdema zilm û serkutkariyê jî, rêya yekane ya li ber wan, yekbûn e.”

Li ser pêwendiyên Amerîka û Kurdan, bi taybetî li Iraq û Sûriyê, xwegirêdana Kurdan bi îdareya Amerîkayê ji bo parastina mafên xwe li navçeyê, Noam Chomsky destnîşan kir, gotineke Kurdan heye, "Ji bilî çiyayan ti dostekî din tune ye", loma ew di wê baweriyê de ye ku divê Kurd bi temamî pişta xwe bi Amerîkayê girê nedin, li ser vê mijarê jî wek nimûne vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriyê ya sala 2019an nîşan da û got, wê demê Amerîkayê sînor ji Tirkiyê re vekir ku êrîş bike ser Kurdan. Chomsky dibêje ku Kurd dikarin di dem û qonaxekê de alîkariyê ji Amerîkayê werbigrin, lê belê bi temamî pişta xwe girêdan, li gor gotina wî, xeyal e.

K24
Vî nûçeyê tevayî: 329 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:36:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x