PAK û PSK êrişa li dijî baregaya PDK-Rojhilat şermezar kir.

PAK û PSK bi daxuyaniyekê nivîslî êrişa duh şev a li dijî PDK-Rojhilatê (HDK) şermezar kir û ji malbatên şehîdan re sersaxî û ji birîndar re şîfa xwest.

21.12.2016, Çar - 13:02

PAK û PSK êrişa li dijî baregaya PDK-Rojhilat şermezar kir.
Nuçe Belav bike

PAK: Em Êrîşa Li Dijî Pêşmergeyên HDK Rojhilat Bi Tundî Rûreş Dikin

Şeva 20ê Çileya Pêşin a 2016an, li bajarê Koyê ya Başûrê Kurdistanê, 2 teqîn li pêşîya baregeha Mekteb Sîyasî ya HDK Rojhilat çê bûn. Di encama van teqînan de li gorî zanyarîyên heyî 7 pêşmergeyên HDK Rojhilat û karmendekî Asayişa Koyê şehîd bûn e, 12 jî birîndar hene..

Em vê erîşa hovane bi tundî rûreş dikin. Xwedê şehîdan bi rehma xwe şad bike. Bila cîhê wan bihuşt be. Sersaxî, sebir û metanetê ji malbatên şehîdan, ji HDK Rojhilat û ji gelê Kurdistanê re dixwazin.

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê


PSK: Bo Serokatiya Partiya Demokrata Kurdistan (Rojhilat)

Hevalên tekoşer,

Me bi xemginiyeka giran ve bihist, baragahê we ya navendî ketiye ber êrîşa teroîistî ya nahezên Kurd û Kurdistanê, di encama vê êrîşê da Pêşmerge, kadr û endamên we şehîd û birîndar bûne.

Em êrîşa terorîstiya hanê bi tundî mehkum dikin.

Serxweşiya xwe pêşkeşê we û bi rêka we ve pêşkeşê malbata şehîdan dikin, herçi zûtir qenç bûna birindaran dixwazın.

Her usa ji karbidestên Herêma Kurdistanê dixwazin, ku kiryarên karê terorîstiya hanê eşkere û dadigeh bike û binasine.

Rûhê şehidan şad, ciyê wan behişt be.

21.12.2016

Mesud Tek Serokê Giştî

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1837 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:28:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x