PAK: Sala nû ne bes bi hêvîyan, lê bi siyasetên rast dikare bibe destpêka serkeftinan

PAK ji bo sala nû daxuyaniyek belavkir.

01.01.2017, Paz - 10:34

PAK: Sala nû ne bes bi hêvîyan, lê bi siyasetên rast dikare bibe destpêka serkeftinan
Nuçe Belav bike

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) daxuyaniyek ji bo sala nû belavkir. Daxuyani bi wî awayî ye;

Di vê roja ku em ji 2016an derbasî 2017an dibin, li her çar perçeyên Kurdistanê jî şer , kuştin, nexweşî û xem û bêtifaqî wekî ewrekî reş li ser miletê me digere.

Dijmin û xêrnexwazên gelê Kurdistanê çi bi destê DAIŞ a hov, çi jî bi plan û stratejî û lehîstikên kûr û tarî, di sala 2016an jî rê li ber serxwebûna Başûrê Kurdistanê girtin.Krîza sîyasî ya li başûrê Kurdistanê jî, mixabin bû sebebeke esasî ku îlan kirina serxwebûnê bi paş ve bikeve.

Îran, Tirkîye, Esad û Bexda, ji bo axa Rojavayê Kurdistanê nebe yek û ji bo ku li wê derê statuyek bi destê Kurdan nekeve, hevgirtin û êrîşên xwe yên pir alî di 2016an de jî berfirehtir kirin.Bêtifaqîya û tunebûna îdareyeke hevbeş ya Kurdan jî rê ji vê siyasetê re xweştir kir.

Di sala 2016an de jî li Rojhilatê Kurdistanê dîsa darvekirinên Kurdan û midaxaleyên Dewleta Îranê yên li her çar perçeyên Kurdistanê yên ji bo rê li ber azadîya Kurdistanê bigire, berdewam bû.

Dewleta Tirkîyê bi planeke dûr û dirêj, di 2016an de careke din şer destpê kir û xwest destkeftinên gelê me û rêyên xebatê yên siyasî û sivîl yên xebatê ji holê rake. Aşkere ye ku PKK jî, bi sîyaseta xendek, barîkat û teqînên li nav bajaran, rê ji vê sîyaseta dewletê re xweştir kiriye.

Mixabin di demeke ku hemû dijminên gelê me bi gelek rê û rêbazan dixwazin zerarê bidin welatê me, bidin doza azadîya Kurdistanê; li her çar perçeyên Kurdistanê jî, siyasetên xelet, bê tifaqî û tunebûna hişmendîyeke stratejîk ya netewî, rê ji plan û êrîşên xêrnexwazan re xweştir dike.

Rêya serkeftinê di van sê xalên esasî de veşartî ye:

Yekem; Plan, nexşe rê, stratejî , xebat , têkoşîn û hişmendîyeke netewî, Kurdistanî ku destkeftin û berjewendîyên her çar perçeyên Kurdistanê jî bide ber çavan, biparêze.

Duwem;Yekiti, tifaq, hevkarî, hemahengî û koordînasyona li her perçeyên Kurdistanê û di navbera perçeyan de.

Sêyem; Di peywendîyên navnetewî de divê Kurd sîyaseteke ku dijminên xwe kêm bikin, dostên xwe zêde bikin bimeşînin.Divê em di navbera berjewendîyên dewletên mezin yên ku xwedî rol in û yên Kurdan de pirên xurt ava bikin, wan zêdetir nêzî hevdu bikin.

Rêya serxwebûna Başûrê Kurdistanê jî, ya bidestxistina statuyekê li ser axa yekgirtî ya Rojavavayê Kurdistanê jî, ya geş kirina doza azadîyê ya li Rojhilatê Kurdistanê jî, ya ji nû ve vejîneke sivîl û sîyasî û bidestxistina mafên netewî demokratîk ya li bakurê Kurdistanê jî, bi van hersê xalên bingehîn ve girêdayî ne.

Serxwebûna Başûrê Kurdistanê îro gava herî nêz û staratejîk e ku dikare qedera hemû Kurd û Kurdistanîyan ji binî ve biguhere. Ji ber vê yekê jî, di meşa serxwebûna Başûrê Kurdistanê de piştgirîya Serokê Herêma Kurdistanê Rêzdar Mesûd Barzanî û ya gelê me, wekî wazîfeyeke dîrokî li ber hemû Kurdên cîhanê ye.

Em wekî Kurdistanî belkî nikarin plan û siyasetên dewletên herêmê û yên ku li ser herêmê rola wan ya mezin he ne, tayîn bikin.Lê em dikarin bi pêk anîna sîyaseteke ku li ser van her sê xalên ku me îşaret kirîye, rê li ber texrîbatên siyaseta xêrnexwazan bigirin û feydê ji firsendên hatiye ber derîyê me werbigirin.

Ji ber vê rastîyê jî, em dibêjin sala nû ne bes bi hêvîyan, lê bi siyasetên rast dikare bibe destpêka serkeftinan.

Em dibêjin , êdî zêdetir wext wenda kirin , ji bo miletê me luks e. Ji bo sala 2017an bibe sala rawestandina şerî , li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê bibe sala bidestxistina maf û azadîyên miletê kurd yên netewî; li Başûrê Kurdistanê bibe sala serxwebûnê, li Rojavayê Kurdistanê bibe sala bidestxistina statuyeke sîyasî, em hêvîyên xwe di siyaset û yekgirtineke Kurdistanî û rast de bistirên û rêya serkeftinê nêzîktir bikin.

Bi van hest û bîr û bawerîyan, bi hêvîya cîhaneke bê şer û ji bo hemû mirovatîyê jiyaneke mirovane, azad û adil, em sala nû ya gelê Kurdistanê û ya hemû gelên cîhanê pîroz dikin.

31.12.2016

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1508 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:38:37
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x