Şanda PDK'ê bi pêşengtiya Sekreterê Polîtburo Fazil Mîranî de duh şanda Goran'ê re ku Omer Seyyîde Alî li bajarê Silêmanî hatin cem hev.
Berdevkê Partiya Demokrata Kurdistan'ê (PDK) Mahmût Muhammed, di hevdîtinên Goran'ê de anî ziman û got; Me jibo çareseriya pirsgirêkên navxweyî pakêtekê pêşniyar ku 6 xalan pêktê radestê Goran'ê kir.
Pêşniyarên ku pakêtê de cih digire ev in:
- Asayîbûna pêwendiyên di navbera Goran û PDK'ê
- Aktîfkirina Parlemento
- Piştgiriya REferandûma Serxwebûnê
- Jibo pak kirina şert û mercên jiyana gellê Kurdistan'ê piştgirî dana Hikûmetê
- Jibo hilbajartinan avakirina bingehek guncav
- Piştgirî dana Reform û ji nû ve avakirinên ku hikûmetê daye destpê kirin