PAKURDê eşkere kir ku ew dê di gera duyemîn de piştgiriyê bidin kê

PAKURDê ragihand ku ew dê di hilbijartina 28ê Gulanê ya Serokkomariyê de piştgiriyê bidin berbijêrê Tifaqa Millet û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu.

23.05.2023, Sal - 17:19

PAKURDê eşkere kir ku ew dê di gera duyemîn de piştgiriyê bidin kê
Nuçe Belav bike

Li ser mijarê ji aliyê Konseya Serokatiya Partiya Kurdistanî (PAKURD) ve daxuyaniyeke nivîskî hat dayîn.

PAKURDê di daxuyaniya xwe de dibêje “Encamên gera yekem a hilbijartinê careke din têkçûna siyaseta kurd bi giştî piştrast kir.”

Herwiha di daxuyaniya PAKURDê de hat gotin “Eşkere ye ku gera duyemîn dê ji bo Recep Tayyîp Erdogan bibe dengê pêbaweriyê û em ne li gel dayîna vî dengî ne.”

Derbarê piştgiriya berbijêrê serokkomariyê de PAKURD wiha dibêje “Di gera duyemîn a hilbijartina Serokomariyê ya 28ê Gulana 2023an de, li dijî Recep Tayyîp Erdogan, em dê piştgiriya Kemal Kiliçdarogluyê ku Elewî û Kurdekî Dêrsimî ye bidomînin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 234 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:51:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x