Gelo di vê hilbijartina borî de HDPê deng winda kirin, biryara YSKê ya pusulayên bê mor çiqas qanûnî ye, AKPê çima dengên xwe li bajarên kurdan zêde kirin û HDP di mijara ragihandina serxwebûna Kurdistanê de çi difikire?
Parlamenterê HDPê yê Mêrsînê Dengir Mir Mehmet Firat di hevpeyvîna xwe ya ajansa Spûtnîkê de bersiva pirsên referandum, kêmbûna dengên HDPê, biyara YSK, meşrûiyeta hilbijartinê û ragihandina serxwebûna Kurdistanê dan.
Parlamenterê HDPê yê Mêrsînê Dengir Mir Mehmet Firat di nirxandina xwe ya kêmbûna dengên HDPê li bajarên kurdan de got: "Em nikarin tu nirxandinan li ser windakirina dengên HDPê yên li herêmê bikin. Partiyeke ku serok, nûner, berdevk, parlamenter û bi dehan rêvebir û ji xeyrî vê bi hezaran rêvebir û endamên rêxistinên şaxên navçe û bajaran, şaredarên ku bi dengê gel hatibûn hilbijartin girtî û di hepsan de bin ma wê encameke çawa ji hilbijartinan bistîne. Herwiha ev referandum ne weke ya partiyan bû rasterast dewlet di vê hilbijartinê de teref û alîgir bû."
‘Lı Gorî Mın Jî Erdogan Bı Dengên Kurdan Qezenç Kır Lê…'
Mehmet Firat di dirêjiya axaftina xwe de banga Parlamenterê HDPê yê Amedê Altan Tan ku gotibû ‘Erdogan bi dengê kurdan biser ketiye' şîrove kir û got: "Weke berî niha min got heke di hilbijartinê de zor û guvaş li ser gel tunebûna ne pêkan bû ku referandum wiha encam bidana. Raste li gorî min jî Serokomar Erdogan bi saya dengên kurdan pergala serokatiyê derbas kir. Lê serkeftina Erdogan a referandumê di encama guvaşan de hat bidestxistin. Mijara bûyîna wezîrtiya kurdan tiştekî din e û ez nizanim çima Altan Tan ev hevok bi kar anî divê mirov jê pirsyar bike. Ez bawer nakim ev zêdebûna dengên ‘erê' yên li bajarên kurdan bibe çirûskeke destpêkirina pêvajoya çareseriyê. Weke niha jî min got ev hiilbijartin bi şaîbe ye û kurdan dengê xwe bi xwestin û daxwaza xwe nedane ‘erê'. Lewma ev baweriyê nade me. Ji xwe Lijneya Bilind a Hilbijartinê jî bi qebûlkirina pusulayên bê mor şaîbe xiste referandumê. Weke mînak di pusulayên derveya welat de ji bo ku mor tuneye betal dike, lê yên li nava welat digel ku mor li ser tuneye û hejmareke pir zêde ye jî qebûl dike. Qebûlkirina dijiyatî û dubendiyeke wiha ne mumkûn e. Li gorî min divê hilbijartin were nûkirin û ya borî jî ji binî ve were betalkirin.
‘Serxwebûn Mafekî Xwezayî yê Kurdan ê'
Helbet ragihandina dewleteke serbixwe ya kurdan mafekî wan ê xwezayî ye. Weke herkesî mafê wan jî ê serxwebûnê heye. Qebûlkirin an jî neqebûlkirina me weke HDPê zêde tiştekî naguherîne ji bo ku ev mafekî wan ê tabiî û xwezayî ye. Li gorî me ev daxwaza Herêma Kurdistanê heq e û em hêvî dikin ku ev daxwaza wan bi cih were