Parlamenterê AK Partiyê Galîp Ensarîoglu li ser 'Pêvajoya Çareseriyê' axivî

Parlamenterê AK Partiyê Galîp Ensarîoglu ji Rûdawê re diyar kir ku Erdogan li Amedê got, “Em amade ne her cure pirsgirêkan li ser bingehên demokratîk bi her kesê ku dest ji çekan berde re, çareser bikin.”

26.05.2023, Cum - 05:56

Parlamenterê AK Partiyê Galîp Ensarîoglu li ser 'Pêvajoya Çareseriyê' axivî
Nuçe Belav bike

Parlamenterê AK Partiyê yê Amedê Galîp Ensarîoglu îro Pêncşemê beşdarî bultena Rûdawê bû û li ser rojeva hilbijartinê axivî.

Ensarîoglu li ser hevpeymaniya ku ji aliyê opozîsyonê ve hatiye avakirin got, “Ev hilbijartin hilbijartinên herî girîng ên 100 salên dawî yên Tirkiyê ne. Çima? 7 partiyên siyasî yên cihêreng, 8emîn ê cihêreng girtin, 2 rêxistin jî dane pişta xwe û hêzên navneteweyî yên wek Almanya, Brîtanya, Îsraîl û hêzên jî dane pişta xwe, tifaqek ava kirin. Ev belasebeb nehat avakirin. Ev ji bo astengkirina mezinbûna Tirkiyê bû.”

“Tişta ku me matmayî dihêle helwesta HDP, Partiya Çepên Kesk e”

Ensarîoglu li ser helwesta HDPê ya di hilbijartinê de got, “Di gera duyem de wê her kes bibîne ku em ê vî karî bi piraniya ji sedî 55an biqedînin.

Dibe ku di her hilbijartinê de serkeftî û têkçûyî hebin lê ya ku bi rastî me matmayî dihêle helwesta HDP, Partiya Çepên Kesk e. Ya ku bi rastî divê bê pirsîn helwesta HDPê ya ku divê gel hesab bipirse. Wan berî bîstekê daxuyaniya xwe jî dan.”

Dibe ku pêvajoyeke nû ya çareseriyê çêbibe?

Ensarioglu di bersiva pirsa “gelo pêvajoyeke nû ya çareseriyê dikare dest pê bike” got, “Berî mehekê Tayyîp Erdogan hat û li Amedê di merasîmên danîna bingehan de axivî. Du peyamên girîng dan. Wî got ku mijara herî girîng a serdemeke nû destûra bingehîn a demokratîk a sivîl e û divê hemû pirsgirêk di çarçoveya vê destûrê de bên çareserkirin. Peyama girîng a duyemîn jî ew bû, “me pêvajoya çareseriyê da destpêkirin lê me bidawî nekir.”

“PKKê bi xwe pêvajoya çareseriyê bidawî kir”

Ensarîoglu anî ziman, “Destûra bingehîn a demokratîk a sivîl ku Kurd û aliyên cuda tê de ne pirsgirêkên xwe çareser bikin, ji xwe çareseriya pirsgirêkê ye. Li aliyê din pêvajoya çareseriyê bi dawî bûye. PKK bi xwe bi dawî kir. Bi xwe bi civîneke çapemeniyê ragihand ku bi dawî bûye. Got dest bi şerê çekdarî kiriye. Ji bo ku tiştekî nû bê avakirin, ne tiştekî ku bi dawî bûbe, divê PKK hebûna xwe ya çekdarî ya li Tirkiyê nehêle. Wê demê divê ji siyasetmedaran re bihêle. Serokkomarê me jî got, 'her cure pirsgirêk li ser zemîna siyasî tên nîqaşkirin'.

Dewlet her tim vê hêvî dike û dibêje: Çek û tundûtûjî li Tirkiyê ti rewatiya xwe nîne.”

“Ya ku Îmrali vala derxist Qendîl bi xwe ye”

Ensarioulu diyar kir ku gotinên wî yên ku di hevdîtina bi Abdullah Ocalan re hatiye axaftin ji çarçoveyê hatiye derxistin û got, “Axavtina min ji çarçoveyê hat dûrxistin û wisa hat bikaranîn. Min got 'Ocalan di destê dewletê de ye, dewlet her tim bi Ocalan re diaxive'. Lê min got pêvajoya çareseriyê bi dawî bûye û ji bo tiştekî nû divê rêxistin ragihîne ku dest ji çekan berdaye.

Tişta ku ez dibêjim pir zelal e. Rêxistinê bi xwe ye ku Ocalan vala derxist. Yê ku pêvajo pûç kir û Îmrali vala derxist Qendîl bi xwe ye.”

“Garantorên Kurdan ew bi xwe ne”

Ensarîoglu li ser pirsa ku dê di pêşerojê de li Tirkiyê pêvajoyeke çawa were jiyîn got, “Di navbera Tirkan û Kurdan ti carî pirsgirêk derneketine. Gotinên Mesûd Barzanî dubare dikim. Tirk, Kurd, Ereb û Faris neteweyên qedîm ên vê erdnîgariyê ne. Bi hev re jiyane. Pirsgirêkên gelan bi hev re nînin. Rejîman pirsgirêk derxistine. Li Tirkiyê pirsgirêka tu kesî bi hev re nîne.

Garantorê Kurdan, Kurd bi xwe ne. Kurd hêmayên sereke yên vî welatî ne. Ew xwediyên van xakên bi hezaran salan dîroka wê heye. Lewma ew bi xwe garantî ne.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 234 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:10:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x