Parlamentoya Kurdistanê dê li ser nameya Barzanî û posta seroktiyê biryarê bide

Parlamentoya Kurdistanê dê li ser nameya Barzanî û posta seroktiyê biryarê bide

29.10.2017, Paz - 10:50

Parlamentoya Kurdistanê dê li ser nameya Barzanî û posta seroktiyê biryarê bide
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî doh 28ê Cotmehê nameyek ji parlamentoyê re şandibû ku tê çaverêkirin ew name were xwendin.

Tê ragihandin ku di nameya Barzanî de, daxwaz ji parlamenê tê kirin ku êdî heyama seroktiya wî neyê dirêjkirin û erka seroktiyê jî li Desteya Wezîrên Hikûmetê, Parlamentoya Herêma Kurdistanê û Dadweriya Kurdistanê were dabeşkirin.

Cîgirê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Cafer Emînkî diyar kiribû ku Parlamentoya Kurdistanê di civîna xwe ya de wê mijarê binirxîne.

Li gor zanyariyên peyamnêrê Spûtnîk Kurdistanê ku dispêre jêderkekî PDKê, Barzanî dev ji peywira xwe bernade lê di nameyê de ji parlamentoyê daxwaz dike ku dema serokatiya wî careke din neyê dirêjkirin.

Ji aliyê din ve hat ragihandin ku Barzanî dê piştî 1ê Mijdarê peywira xwe bide ser milê Parlamentoya Herêma Kurdistanê û hikûmeta Kurdistanê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1460 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:08:53
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x