Parlemantoya Kurdistanê temên xwe kurt dike

Li parlemantoya Kurdistanê projeyasayek tê amadekirin, ta temenê xwe kurt bike û ta Serokê Hikûmetê roja diyarkirina hilbijartinan li Herêma Kurdistanê destnîşan bike. Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê radigihîne, heger budce ji bo wê bê dabînkirin, dikarin di 3 mehan de û bê girift hilbijartinan bi rê ve bibin.

19.12.2017, Sal - 09:20

Parlemantoya Kurdistanê temên xwe kurt dike
Nuçe Belav bike

Seroka Komîta Yasayî di parlemantoya Kurdistanê de Vala Ferîd ji K24ê re ragihand, li gor yasaya hejmar (2) a sala 2017an birgeya (1) ji Madeya Yekem ya wê yasayê, desthilata diyarkirina roja hilbijartinan bi Serokê Encûmena Wezîran hatiye dan, ji bo roja hilbijartinan diyar bike, pêwîst e parlemantoya Kurdistanê jî ku temenê xwe ji bo xulan dirêj kiribû, kurt bike, ji bo hilbijartin bên kirin.

Berî demekê, parlemantoya Kurdistanê temenê xwe ji bo du werzên yasadanan dirêj kiribû, lê heger bê û hilbijartin di dema 3 mehên bê de bên kirin, divê parlemanto dubare projeyasayekê pêşkêşî serokatiya parlemantoyê bike û bi piraniya dengan bê pesendkirin, ji bo Serokê Hikûmetê bikare rojekê ji birêvebirina hilbijartinan re diyar bike.

Ji aliyê xwe ve, endamê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê Cotyar Adil ji K24ê re got: “Ji bo me du asteng li pêş me hene, heger bêne çareserkirin, ti pirsgirêkên din ji bi birêvebirina hilbijartinan nîn in, yek tomarkirina dengdaran e ya duyem jî pirsa budceyê ye.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî berî çend rojan nameyek ji parlemantoya Kurdistanê re birê kir û tê de daxwaz kir, ji bo diyarkirina roja birêveçûna hilbijartinên parlemanto û serokatiya herêmê ji berî sê mehan, rêkarên pêwîst bigire ber.



Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1262 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:18:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x