Parlementera berê ya Amedê Emine Ayna hat desteserkirin

Emine Ayna parlementera berê ya Amedê li mala xwe hat desteserkirin

23.03.2017, Per - 08:16

Parlementera berê ya Amedê Emine Ayna hat desteserkirin
Nuçe Belav bike

Parlamenter û Hevseroka berê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Emine Ayna ji terefê tîmên Midûriyeta Şaxa Tekoşîna Dijterorê ya Amedê ve li mala xwe hat binçavkirin.

Emine Ayna di 30ê Rebendana 2016an de daxuyaniyek belavkiribû û ragihandibû dev ji siyasetê berdide. Hevserokê DBPê ya berê Ayna îro berê sibehê seet li 06.00an li mala xwe ya li Amedê hat binçavkirin.

Li mala Ayna ku di çarçoveya lêpirsîna rêxistinê ku ji terefê Serdozgeriya Komarî ya Amedê ve hate binçavkirin lêgerîn hat kirin.

Hevserokê DBPê ya berê piştî binçavkirinê ji kontrola tendirustî derbas bû û ji bo jêpirsînê birin Midûriyeta Şaxa Tekoşîna Dijteror a Amedê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1184 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:09:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x