Hat ragihandin ku, biryar e di çend rojên bê de PDK; YNK partiyên siyasî ku komên wan meclîsê da cih digirin parlementoya Kurdistanê wê aktîv bikin.
Hat ragihandin ku biryare di navbera çend rojan de parlementoya Kurdistan dê aktîf bibe.
Her wiha berpirsê baskê 6 ê PDKê ragehand, naha hemû alî bo aktîf kirina parlamentoyê li benda biryara dawî ya YNKê ne.
Berpirsê baskê 6 ê PDKê Bilind Îsmaîl ji BasNewsê re ragehand: ‘’Pirsa aktîf kirina parlamentoya Kurdistanê naha li ser biryara dawî ya YNê maye, jiber PDK, Yekgirtû û aliyên siyasî yên din em li bendê ne û amade ne bo ku parlamentoya Kurdistanê di demek nêzîk de aktîf bikin.’’
Herwaha got: ‘’YNK axaftina dawiyê li gel Gorran kiriye û ew jî bi ti awayekê pêş de gav navêje bo aktîf kirina parlamentoyê û beşdariya li pirsa referandûmê.’’
Îro 07.09.2017ê encûmena rêveberiya YNKê li Silêmaniyê dicive, ku biryara xwe ya dawiyê li ser aktîf kirina parlamentoyê bide, li ser vê yekê Bilind Îsmaîl amaje bi vê yekê dike ku: ‘’Eger di civîna îro de YNK bigehe biryara dawiyê, wê demê bi piştrastî demek nêzîk de em dikarin bibêjin, di heftiya pêş de dest bi pêngavên aktîf kirina parlamentoyê bê kirin, ji ber bê guman bo vê pirse ti astengiyek nabe.’’
Heman demê de berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed jî di daxuyaniyek ji K24ê re ragehand: ‘’Di çend rojên pêş de parlamentoya Kurdistanê dê bê aktîf kirin.’’