Civîna polîtburoyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li ser mijara referandûm û serxwebûnê bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî herdû dest pê ki
Îro saet 11an herdû partî li Pîrmamê bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê civiyan daku Kerkûk, pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê û herwiha ji bo encamên referandûma serxwebûna Kurdistanê biaxivin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, şandeya YNKê ji Kosret Resûl Elî, Mele Bextiyar, Qadêr Heme, Hîro Îbrahîm Ehmed, Necmedîn Kerîm, Sadî Ehmed Bîre, Cafer Şêx, Ednan Miftî, Rizgar Alî, Erislan Beyêz û Bafil Tlbanî pêk tê.
Duh biryar hatibû dayîn ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) dê di 2yê Nîsana 2017an de bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li hev bicivin.
Parlementoya Iraqê ji bo bilindkirina Alaya Kurdistanê li Kerkûkê kom bûbû û bi dengdayînê bilindkirina Alayê ya li Kerkûkê red kiribû.
Li ser vê biryara Parlementoya Iraqê, Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê diyar kir ku ew biryara Parlamentoya Iraqê ya ji bo Alaya Kurdistanê bi cih nayênin red dikin û got biryara hilgirtina Ala Kurdistanê ya Encûmena Parêzgeha Kerkûkê qanûnî ye.