PSK: Bîryara Gîrîng û Dîrokiyê Li Gelê Kerkuk Pîroz Be

PSK, bilind kirina Alayê Kurdistanê li Kerkûkê daxuyanî da.

28.03.2017, Sal - 12:22

PSK: Bîryara Gîrîng û Dîrokiyê Li Gelê Kerkuk Pîroz Be
Nuçe Belav bike

Dı daxuyanîya PSKê gotinên li jêr hat weşandîn;

Encumena Parezgeha Kerkuk îro bîryar daye, ku Alayê Kurdistan (Ala Rengîn) li ser dezgeyên fermî yên vê bajarê, li tenişt alayê Îraqê were bilind kirin.

Encumena Parezgeha Kerkukê her usa biryar daye, ku roja 28’ê Adarê bi fermî bibe “Roja Nîştîmanê”.

Herdu bîryara Encumena Parezgeha Kerkukê bîryarên dîrokî ne.

Partiya Soyalîst a Kurdistan-PSK, pîştgiriya biryara hanê dike.

Bilind kirina Alayê Rengîn li Kerkukê li gelê Kerkuk, li gelê Kurd pîroz be.

PSK daxwaz dike, ku bilind kirina Alayê Rengîn, bibe gavek ji bona cî be cî kirina Xala 140 ya Desturê Îraqê û vegerandina Kerkuk bo nava sinora Herêma Kurdistanê.

PSK daxwaz dike, ku biryara bilind kirina Alayê Kurdistan li Kerkukê, ku berhema xebata Lîsteyê Birayêtî yê hevbeşa welatparêzên Kurd e, bibe bingehek lihevhatin û hevkarî û yekitiya giştî yên hêzên welatparêzên Kurdistana Başurê ji bona parastin û geş kirina destkevtiyên netewî, di vê parçeyê welatê me da.

28 Adar 2017

Partiya Sosyalîst a Kurdistan

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1498 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:31:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x