Rapirsî: Hilbijêrên Partiya Çepên Kesk dixwazin kî bibe serokê CHPê?

Li gorî rapirsiya Lêkolîna Betimarê ji sedî 60ê hilbijêrên Partiya Çepên Kesk dixwazin Ekrem Îmamoglu bibe serokê CHPê.

09.06.2023, Cum - 11:31

Rapirsî: Hilbijêrên Partiya Çepên Kesk dixwazin kî bibe serokê CHPê?
Nuçe Belav bike

Lêkolîna Betimarê encamên rapirsiya xwe ya “Eger Kemal Kiliçdaroglu ji serokatiya giştî veqete/dev jê berde hûn dixwazin kî wek serokê CHPê bibînin?” belav kir.

Li gorî encamên rapirsiyê Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu bi rêjeya ji sedî 46.7 di rêza yekem de, Şaredarê Enqerê Mansûr Yava jî bi rêjeya ji sedî 17.6 di rêza duyem de cih girt.

Aliyê balkêş ê rapirsiyê ew e ku Ekrem Îmamoglu herî zêde ji aliyê hilbijêrên Partiya Çepên Kesk ve tê tercîhkirin.

Ji sedî 60.3ê kesên ku di hilbijartinên 14ê Gulanê de dengên xwe dane Partiya Çepên Kesk û beşdarî rapirsiyê bûne, dixwazin Ekrem Îmamoglu li ser CHPê bibînin. Rêjeya kesên ku dibêjin Ozgur Ozel ji sedî 6.5 û rêjeya yên ku dibêjin Mansûr Yavaş jî ji sedî 3.6 e.

Encamên rapirsiya Lêkolîna Betîmarê wiha ne:

Ekrem Îmamoglu: Ji sedî 46.7

Mansûr Yavaş: Ji sedî 17.6

Ozgur Ozel: Ji sedî 6.5

Muharrem Înce: Ji sedî 1.2

Mustafa Sarigul: Ji sedî 0.9

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 349 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:41:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x