Reha Ruhavioglu: Dengên hemû Kurdan jî têra Kiliçdaroglu nedikir

Rêveberê Navenda Lêkolînên Kurdî, Reha Ruhavioglu , “Eger em dengên Kurdên ku neçûne ser sindoqan zêde bikin jî, têra Kiliçdaroglu nake. Kiliçdaroglu ji ber ku li seranserê Tirkiyeyê rêjeya beşdarbûnê kêm bû, di hilbijartinê de têk çû.

29.05.2023, Pts - 13:25

Reha Ruhavioglu: Dengên hemû Kurdan jî têra Kiliçdaroglu nedikir
Nuçe Belav bike

Duh gera duyem a hilbijartina serokkomariya Tirkiyê hat lidarxistin ku rikeberî di navbera berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu û berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan de bû.

Encamên nefermî yên gera duyem a hilbijartina serokkomariyê hatin eşkerekirin. Li gor encamên ku YSKê belav kirine, berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan di hilbijartina duh de ji sedî 52,16ê dengan wergirtiye û careke din wek Serokkomarê Tirkiyê hat hilbijartin.

Li gor encaman, berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu jî sedî 47.91ê dengan misoger wergirtiye.

Têkildarî encamên hilbijartinan, Rêveberê Navenda Lêkolînên Kurdî Reha Ruhavioglu ji Amedê beşdarî weşana Rûdaw TVyê bû û derbarê encaman de hin nirxandin kirin.

Ruhavioglu ku di dema hilbijartinan de li bajarên herêmê lêkolîn dikir, derbarê kêmbûna dengên HDPê di hilbijartinên vê carê de nêrîna xwe anî ziman û got: “Gelek sedemên kêmbûna dengên HDPê hene. Yek ji wan jî ew bû ku HDPê nikarî rasterast têkiliya xwe ya bi CHPê re ji hilbijêrên xwe re rave bike.

Bi navê Partiya Çepên Kesk ketin hilbijartinê, lê di heman demê de partiyeke bi navê Partiya Çep jî hebû. Deng dane wê partiyê jî.

Ji aliyê din ve hem ji bo CHP û hem jî bo Partiya Çepên Keskan li ser heman pisûleyê deng hatine dayîn.

Sedemeke din jî ev e ku we Kiliçdaroglu kanalîze kir, wek mînak li Wanê pêşwazî lê hat kirin, ev CHP nebûn, dengderên Çepên Kesk bûn.

Ger hûn mesafeya di navbera gelê xwe û Kiliçdaroglu de ji holê rakin û evqas nêzîk bibin, hûn dê hinek ji wan winda bikin.

Di gera yekem de piştgiriya HDPê têra serkeftina Kiliçdaroglû nekir.”

Ruhavioglu derbarê encamên gera duyemîn de jî axivî û ragihand: “Rêjeya beşdarbûna Kurdan a di gera duyemîn de 5 puan kêm bû.

Li aliyê din rêjeya beşdariya di gera duyemîn a hilbijartinê de li tevahiya Tirkiyê kêm bû. Sedema sereke ya kêmbûna dengê Kiliçdaroglu jî ev e.

Heger di gera duyemîn de beşdariya Kurdan kêm nebûya dê 400-500 hezar deng zêdetir bibûna. Eger hûn 500 hezar dengan jî li dengên Kiliçdaroglu zêde bikin, ferqa 2 milyon û 200 hezarî ya bi Erdogan re dadikeve milyonek û 700 hezarî. Kurd dîsan jî têrê nakin.

Kêmbûna rêjeya beşdarbûnê li seranserê Tirkiyê di gera duyemîn a hilbijartina serokkomariyê de eşkere ye ku bandor li dengên Kiliçdaroglu kiriye, ne Erdogan.

Di gera duyemîn de hem HDP û hem jî CHPê nekarîn dengderên xwe teşwîq bikin.

Divê were zanîn ku em dengên kurdên ku neçûne ser sindoqan jî lê zêde bikin, têra Kiliçdaroglu nake.

Kiliçdaroglu di hilbijartinan de ji ber ku li seranserê Tirkiyê rêjeya beşdarbûnê kêm bû, wenda kir.”

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 320 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:41:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x