Hevserokê PYDê Salih Muslim piştgirî da êrîşa Amerîka ya li dijî Sûriyeyê û got, "Ez hêvî dikim ku wê ev yek tenê bi rejîma Sûriyeyê re bi sînor nemîne û wê ji aliyên din ên ku bi çekên kimyewî sivîlan dikin hedef jî hesab were pirsîn."
Hevserokê Partiya Yekîtî ya Demokratîk (PYD) Salih Muslim got, "Ji ber atmosfera ku hat amadekirin, Amerîka neçar ma ku li hêzên leşkerî yên Sûriyeyê bide."
Salih Muslimê ku ji bo beşa kurdî ya Dengê Amerîkayê axivî, ev tişt gotin:
"Ez hêvî dikim ku ev yek wê bi rejîma Sûriyeyê bi sînor nemîne û wê ji aliyên din ên ku bi çekên kimyewî sivîlan dikin hedef jî hesab were pirsîn. Ez bawer dikim ku ev êrîş wê encamên erênî pêk bîne. Ji ber ku kesên bi çareseriya siyasî bawer nakin wê vegerin ser rêya rast û wê fêm bikin ku berdewamkirina vî şerî wê ti encamê nede. Amerîka rasterast di nava vê meseleyê de cih digire û nikare bêdeng bimîne."
Muslim di nirxandina xwe de her wiha parast ku "Divê li dijî terorîzmê têkoşîneke globak were dayîn, ji ber ku terorîzm ji bo hemû mirovahiyê metirsî ye."