Şanda PDKê serdana YNK û Goranê dike

Biryar e îro şanda danûstandinkar a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) serdana bajarê Silêmaniyê bike û li gel Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê (Goran) bicive. Berdevkê Encûmena Serkirdatiya PDKê li Silêmanî û Helebceyê jî dibêje, PDK dixwaze pêş dawiya îsal, Desteya Serokatiya Parlamentoyê were hilbijartin.

18.12.2018, Sal - 09:19

Şanda PDKê serdana YNK û Goranê dike
Nuçe Belav bike

Şanda PDKê dê di hevdîtinên xwe yên li gel YNK û Goranê de, di derbarê pêkanîna kabîneya nû ya Hikumeta Herêma Kurdistanê de gotûbêjan bikin.

Berdevkê Encûmena Serkirdatiya PDKê li Silêmanî û Helebceyê, Eta Şêx Hesen ji Rûdawê re ragihand: “PDK dê bi vî awayî gotûbêjê li gel YNKê û Goranê bike, ku berî dawiya îsal, Desteya Serokatiya Parlamentoyê were hilbijartin û arasteya gotûbêjan jî ber bi vê yekê ve diçe, ku pêkanîna hikûmetê bikeve sala nû”.

Wî rayedarê PDKê got, di gotûbêjên pêkanîna hikumetê de pêşveçûnên baş hene, lê pêwîstî bi gotûbêjên zêdetir heye.

Berdevkê Encûmena Serkirdatiya PDKê li Silêmanî û Helebceyê behsa wê yekê jî kir, ku bernameya şanda PDKê ev e, ku tenê rojekê li Silêmaniyê bimîne û di vê rojê de serdana YNK û Goranê bike.

Derbarê beşdarîkirina Goran di hikûmetê de jî wî endamê şanda PDKê go, Partî hez dike ku Goran weke sêyemîn serkevtiya hilbijartinan di hikumetê de beşdar be.

Peyamnêrê Rûdawê li Silêmaniyê, Erkan Elî ragihand, şanda danûstandinkar a Partiya Demokrata Kurdistanê ji her yek ji Azad Berwarî, Mehmûd Mihemed, Hêmin Hewramî û Firset Sofî pêk tê û dê serdana Silêmaniyê bike û li gel YNK û Goranê bicive.

Peyamnêrê Rûdawê dibêje, di destpêkê de şanda PDKê dê li gel şanda YNKê bicive, şanda YNKê jî ji endamên Desteya Kargêrî ya Polîtboru ya vê partiyê pêk tê. Bi gotina peyamnêrê Rûdawê, biryar e şanda PDKê dibe li gel Tevgera Goranê jî bicive.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1185 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:02:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x