Rayedarekî Hikûmeta Kurdistanê eşkere kir ku şandeka Herêma Kurdistanê dê serdana Tehranê bike û bi rayedarên Îranê re behsa referandoma serxwebûna Kurdistanê bike.
Berpirsê pêwendiyên Hikûmeta Kurdistanê bi Îranê re, Ebdullah Akreyî ji heftenameya Bas re ragihandiye, Îranê bi eşkere dijîtiya referandoma serxwebûna Kurdistanê nekiriye tenê berdevkê Wezareta Derve ya wî welatî gotiye ku “niha ne dema referandomê ye”.
Ebdullah Akreyî her wiha gotiye, şandeka Herêma Kurdistanê dê ji bona referandomê serdana Tehranê bike.
Beriya niha endamê Polîtburoya PDKê Hoşyar Zêbarî ji BasNewsê re gotibû, îsal referandoma serxwebûna Kurdistanê dê were encamdan û dê di referandomê de ev pirs ji welatiyan were kirin: “Gelo tu serxwebûnê dixwazî?”
Piştî daxuyaniya Zêbarî, PDK û YNK li hev civiyan û du şand pêk anîn. Yek ji bo wê yekê ku bi partiyên Kurdistanî re rûnê ya din jî bi Bexdayê re behsa referandomê bike.