Şandeka hikûmeta Kurdistanê bo arîşeyên derheqê pasaport, nasname û nişîngeh (îqame) çû Bexdayê.
Qasekî beriya niha şandeka hikûmeta Kurdistanê, ku ji berpirsên dezgehên pasaport, nasname û nişîngehê yên parêzgehên Hewlêr, Duhok û Silêmaniyê pêk hatibû, çû Bexdayê.
Li gorî agahiyan, şanda Kurdistanê dê bi rayedarên Wezareta Navxwe ya Iraqê re ser arîşe û mijarên girêdayî pasaport, nasname û nişîngehê gotûbêj bikin.