Serokê PAKê Mustafa Özçelik Li Wanê Axaft:

‘’Referandûm ne sebeba dagirkirina Kerkûkê ye;êrîş dê her bibûya’’

29.10.2017, Paz - 15:55

Serokê PAKê Mustafa Özçelik Li Wanê Axaft:
Nuçe Belav bike

Rêveber û endamên PAKê û rewşenbîr û sîyasetvanên li Wanê beşdarî semînerê bûn.

Berîya semîner dest pêbibe, endamê Meclîsa PAKê Feyyaz Ekmen kurte axaftinek kir û ji bo şehîdên Kerkûkê û ji bo hemû şehîdên Kurdistanê rêz hate girtin û ji bo ruhê wan fatîha hate xwendin.

Mustafa Özçelik got ‘’Tu kes dê nikaribe encamên referanduma Kerkûkê û temama Başûrê Kurdistanê tune bihesibîne.Ev zarok êdî jidayik bûye.Tu kes dê nikaribe vî zarokî bikuje. Bexda û Îranê berîya referandûmê biryara êrîşeke berfireh dabûn. Armanca wan, têkbirina hemû destkeftîyên gelê me yên heyî bû. Cîhgirê Serokê Heşdî Şahbî berîya referandûmê di hevpeyvîneke xwe ya li gel telewîzyoneke Kurdî de digot’Behsa Kurdistanê dikin.Gelo Kurdistan ji ku destpê dibe, li ku diqede.Bi ya min sîstema eyaletan, ya herî baştir e’.Ev gotinên Cîhgirê Serokê Heşdî Şahbî, îtiraf û nîşana plan û armancên Bexdayê û Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê bûn. Referandûm nebûya jî, ji bo dagir kirina Kerkûkê û navçeyên mijara madeya 140î dê êrîş bikirina.Û armanceke wan a din jî, ji holê rakirina destkeftinên Federe yên li Başûrê Kurdistanê bû. Êrîş, helwest, plan û gotinên rêvebirên Bexdayê yên ku nuha rûdidin di eslê xwe de aşkere bûna wan planên veşartî ye. Ji ber wê jî referandûm ji bo rê li ber girtin û şikandina vê plana qirêj ya Bexdayê û Îranê bendek bû.Herweha yên ku bi israr referandûm diparastin, dixwestin bi vê rêya meşrû û demokratik îradeya gel derbikeve holê û bi awayekî aştîyane yên li dijî referandûmê derdiketin qani bikin. Û bi vê şêweyê rê li ber şerekî navxweyî bigirin. Encamên referandûmê li himberî planên dagirkeran û li himber xeterîya şerekî navxweyî, çeka herî aştîyane, meşrû, demokratîk û bi hêz e.Tu xeletî di li dar xistina referandûmê de tune ye. Ewên ku encamên referandûmê tune dihesibînîn, bi hişmendîyeke dîktatorî tevdigerin ’’.

Di berdewamîya axaftina xwe de Mustafa Özçelik li gel rewşa Başûrê Kurdistanê, di derbarê Kongreya PAKê ya Yekemîn a Asayî jî agahdarî da û perspektif û helwestên PAKê yên di pêvajoya heyî û rewşa giştî ya Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê anî ziman.

Paşê beşdarên civînê bîr û rayên xwe gotin, pirsên xwe kirin.

Mustafa Özçelik bersîva pirsan da û bi awayekî berhemdar civîn bi dawî hat. Beşdarên civînê ji bo vê civînê spasîya PAKê kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1516 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:39:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x