Barzanî piştî civîna li gel Sekreterê Partiya Sosyalîst a Ademokrat Mihemed Hecî Mehmûdî li Silêmanî bi rojnamevanan re axivî û got: "Hemû aliyên li ser sê bingehan li hev kiriye ku du-îdaretiyê qebûl nakin, divê hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel Bexdayê gotûbêjan bike û nabe ti alî bi awayekî yekalî gotûbêjan bike."
Nêçîrvan Barzanî derbarê armanca civînên şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li gel aliyên siyasî de got, ku armanc nirxandina rewşê ye û ragihand: “Ji bo derbaskirina rewşê du pêşniyar hene. Di demek nêzîk de hilbijartin werin kirin û ya duyemîn jî heta hilbijartinan hikûmet ya demkî be.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê da zanîn, ku ew dê serdana hemû aliyan bikin û paşî encamên civînan ji raya giştî re eşkere bikin. Di dawiyê de jî weke hikûmet biryarê li ser bidin.
Derbarê meaşên fermanberên Herêma Kurdistanê de Barzanî diyar kir: “Heya em bikarin emê meaşên fermanberan dabîn bikin. Eger me nekarî jî emê ji gelê xwe re bêjin û ji wan re eşkere bikin. Raste rewş ne baş e lê teqez em dikarin bi yekgirtî derbas bikin.”