Serokwezîr: Netewên Kerkûkê bi xwe dê biryarê li ser pêşeroja xwe bidin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, netew û pêkhateyên Kerkûkê dê bi xwe biryarê li ser pêşeroja xwe û Kerkûkê bidin û tekez kir, ku Kerkûk ne tenê bajarê netewekê belku bajarê hemû pêkhateyan e.

05.04.2017, Çar - 14:40

Serokwezîr: Netewên Kerkûkê bi xwe dê biryarê li ser pêşeroja xwe bidin
Nuçe Belav bike

Li bajarê Hewlêrê û li Hola Şehîd Seid Ebdullah, îro çarşemî merasîma çilrojiya şehîdbûna medyakar û Rêvebera Berê ya Outputa Rûdawê, şehîd Şîfa Gerdî birêve diçe.

Di vê merasîmê de, ji bilî medyakar û rojnamevanan gelek berpirs û rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, berpirsên partiyan û mêvanên biyanî beşdar bûne. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî di vê merasîmê de amade bûye.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî herwiha di merasîmê de axavtinek jî li ser rola medyaya Kurdî û bi taybet li ser medyakara şehîd, Şîfa Gerdî pêşkêş kir.

Di bersiva pirsyareke Tora Medyayî ya Rûdawê de, Nêçîrvan Barzanî li ser mijara Ala Kurdistanê li Kerkûkê û pêşeroja Kerkûkê axivî.

Serokwezîr Barzanî got: “Kurd negotiye Kerkûk tenê bajarê Kurdan e, belku bajarê hemû pêkhateyan e. Ala Kurdistanê jî her li Kerkûkê hebûye, lê belê em di vê baweriyê de ne, ku ev mijar ji qebareya xwe zêdetir tê nîşandan.”

Barzanî tekez kir: “Di sala 2014ê de Kerkûk ji Mûsilê xirabtir bû. Pêşmerge li jêr vê alê (Ala Kurdistanê), Kerkûk parast. Mînaka rêveberiya Kerkûkê jî bo pêkvejiyanê mînakeke cuwan e û ti pirsgirêkek di navbera pêkhateyan de nîne.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê destnîşan kir: “Eger Pêşmerge Kerkûk neparastiba, niha rewş li Kerkûkê ne weke ya niha bû. Hingê li Kerkûkê ne Ala Iraqê hebû, ne jî Ala Kurdistanê, belku dê AlA DAIŞê heba. Ev rastiyek e.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 898 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:50:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x