Strana ‘Bêjin Na' ku HDP di çerçoveya xebatên referandûmê de bikar tîne ji aliyê Walîtiya Şirnexê ve bi hinceta ‘Ji ber hebûna gotinên ku kîn û nefretê li nav gel belav dikin' qedexe kir.
Midûryeta Ewlekariya Şirnaxê bo qedexeya strana Bêjin Na ku ji aliyê stranbêjê kurd Seyda Perinçek ve hatibû amadekirin û ku HDP di çerçoveya xebatên referandûmê de bikar tîne serî li Walîtiya Şirnaxê da.
Walîtiya Şirnaxê daxwaza Ewlekariyê erê kir û strana Bêjin Na li sînorê bajarê Şirnexê hat qedexekirin. Biryara Walîtiyê îro teblîxê rayedarên partiyê hat kirin.
Hate ragihandin ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê îtîraza biryara Walîtiyê bike.