Yapicioglu bersiv da banga Demirtaş

Serokê Giştî yê HUDA-PARê Zekeriya Yapicioglu diyar kir ku ew banga Selahattîn Demîrtaş a “Bi HDPê re werin cem hev” ji dil nabînin û got “Bila pêşî xwîna Kurdan a bi destên xwe ve bişon.”

06.06.2023, Sal - 16:23

Yapicioglu bersiv da banga Demirtaş
Nuçe Belav bike

Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) di bernameyeke televîzyonî ku tê de beşdar bû pêvajoya hilbijartinê û piştî hilbijartinê nirxan û destnîşan kir ku di heyama hilbijartinê de HUDA-PARê wek "materyalên propagandayê" bikar anîne.

Yapicioglu got “Gotin em dê sond nexwin derew kirin. Gotin HUDA-PAR naxwaze jin bixebitin. Ev bi temamî derew e.”

Yapicioglu diyar kir ku CHP ji sala 1950 vir ve nehatiye desthilatê û dibêje “CHP bi partiyên cuda kete hilbijartinan û morîka şîn belav kir. Slav da hêzên gerdûnî, slav da Pensilvanya û Qendîlê.”

“Em ne girêdayî tu rêxistinekê ne”

Herwiha Yapicioglu got “Em de berdewamiya Hîzbullahê ne. Me di sala 2012an de partiyê damezirand. Ji me re gotin berdewamiya Komeleya Mustazafan in û gotin ji ber ku têkiliya vê komeleyê bi Hîzbullahê re heye hatiye girtin. Lê wan ev yek paşguh kir. Biryara wê girtinê biryara dadgerê FETOyê bû û ev biryar ji darazê vegeriya. Ev komele ji xwe niha vekiriye.”

Serokê HUDA-PARê bersiv da bang Selahattîn Demîrtaş jî û got “Ya rastî di gotinên Demîrtaş de cîhanek heqaret heye û fêrbûne heqaretê bikin. Li aliyekî heqaretê dike, li aliyê din jî dibêje herin bi destê filankesan bigrin.”

Zekeriya Yapicioglu diyar kir ku “eger hinek şert û mert pêk bên dibe ku em wî destî bigrin” û wan şert û mercan wiha anî ziman:

“Divê mesafeyê bixine navbera xwe û tundiyê. Bila xwîna Kurdan a bi destên xwe ve bişon. Zimanê wan ji destên wan qirêjtir e bila wî jî bişon. Bi ziman û gotinên xwe bi sedan mirovan mexdûr kirin, ketin xwîna bi hezaran mirovan. Bila werin ser zemîna rewa û bila nîşan bidin ku xwedî îradeya xwe ne, wê demê dibe ku em bikaribin biaxivin, ew jî belkî. Niha em dê bi wan re çi biaxivin?”

Yapicioglu diyar kir ku Demîrtaş êrîşa li Mêrsînê şermezar kir û Qendîlê "ew anî rê" û wiha berdewam kir “Bûyera Mêrsînê şermezar kir piştre çi bû? bu pozbilind. Bi gotinên giran ên wek `tu nikaribî bikî qet nebe dua bike, pozbilindiyê neke, li cihê xwe rûnê` hedê wî nîşan danê. Niha dîsa daxuyaniyek da, ji HDPê bersiveke cuda hat.”

Demirtaş çi gotibû?

Selahattin Demirtaş di hevpeyvîna ku bi Artî Gerçek re kiribû de diyar kiribû ku ew Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu ji salên xwe yên parêzeriyê nas dike got "Ez Serokê HUDA PAR Zekeriya Yapicioglu ji dema parêzeriyê ve nas dikim. Ez dixwazim ji wî re bibêjim: Destê Kurdan, ji destê Mustafa Destici yê ku di hewşa qesrê de dema ji bo siyasetmedarekî Kurd siloganên darvekirinê dihatin gotin bê nirxtir nîne. Destê ku pêwîst e îro hûn biçin bigrin, di parlementoyê de destê HDPê ye. Em êdî rê nedin lîstikên qirêj divê em di berjewendiyên gelê xwe de xwe kilît bikin. Ez hêvîdarim ev peyama min ji ber giringiya xwe ya dîrokî bersiva xwe werbigre."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 445 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:10:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x