YNK: Em bo referandomê destûrê ji kesekî din bixwazin

Endamekî polîtburoya YNKê dibêje, referandom mafekî rewa yê gelê Kurdistanê ye û pêwîst nake bo wê yekê destûr ji kesekî din were xwastin.

04.05.2017, Per - 09:43

YNK: Em bo referandomê destûrê ji kesekî din bixwazin
Nuçe Belav bike

Endamê polîtburoya YNKê Seidî Ehmed Pîre, ku tevlî kongireya Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê bibû, gotarek pêşkêş kir.

Seidî Ehmed Pîre li ser pêwendiyên Bexda û Herêma Kurdistanê axivî û got, kurd li Bexdayê partîtiyê nakin kurd li Bexdayê mîna netewekî reftar dikin. Em qebûl nakin Bexda bi pîvana pinanîtiyê nêzîkî me bibe divê li gorî şirîkatiya niştimanî li me binêre. Jixwe dewleta nû ya Iraqê jî li ser vê bingehê hatiye avakirin.

Pîre rexne li siyaseta hêzên iraqî jî girt û got, hêzên iraqî vê dûmahîkê sê piroje pêşkêşî me kirine, her sê piroje jî di nav Qanûna Esasî ya Iraqê de hene. Madem tu nikarî Qanûna Esasî bicîh bînî tu dê çawa di bicîhanîna van pirojeyan de bi ser kevî?!

Wî endamê polîtburoya YNKê da zanîn ku ji wan hêzên iraqî re gotine, kurd di hilweşandina rêjîma Beisî ya Iraqê de şirîkê we bû lê niha hûn bihêz bûne we kurd ji bîr kiriye!

Li ser referandom û serxwebûnê jî Seidî Ehmed Pîre got, referandom û serxwebûn mafekî rewa yê gelê Kurdistanê ye û pêwîst nake em bo vê yekê destûrê ji ti kesî bixwazin. Bila birayên me yên li Bexdayê bizanin ku heta niha mafên kurdan bi awayekî yeksan nehatine dayîn. Ma me bûdceya Kurdistanê qut kir! Ma me Hêza Dîcle pêk anî û şand Kurdistanê!

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1395 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:52:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x