YNK û Goran pirsa referandûmê gotûbêj dikin

Biryar e îro serkirdayetiya hevbeş a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê bo gotûbêjkirina pisa referandûmê û çend pirsên din bicivin.

22.04.2017, Cts - 09:08

YNK û Goran pirsa referandûmê gotûbêj dikin
Nuçe Belav bike

Berdevkê Tevgera Goranê Şoreş Hacî ji medyayên partiya xwe re ragihand, civîna bo gotûbêjkirina rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê, Iraqê û navçê ye, ku pirsa referandûmê û nêrîn û helwestên hêzên siyasî li ser vê pirsê, çawaniya asayîkirina rewşa Herêma Kurdistanê û karakirina Parlementoya Kurdistanê û pêwendiyên di navbera wan hêzên siyasî de ye.

Ev civîn di demekê de ye, berê Polîtbîroya YNKê di civîna ligel Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) amadehiya xwe bo avakirina komîteyeke hevbeş ji aliyên siyasî dikin, bo encamdana referandûma serxwebûnê û guftûgokirin ligel Berxdayê.

Nêzîkî salekê ye YNKê û Tevgera Goranê rêkeftineke siyasî îmze kiribûn, di naveroka wê rêkeftinê de behsa dabeşkirina postên îdarî li Silêmanî, Helebçe, Germiyan û raperîn kirin, lê çendîn car e berpirsên Tevgera Goranê giliyê li YNKê dikin ku heta niha gelek ji wan postan nedane wê tevgerê.

K24
Vî nûçeyê tevayî: 1307 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:19:39
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x