Heciyên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê sibe digihêjin Hewlêrê

Rêveberê Ofîsa Haciyên Sûrî li Herêma Kurdistanê Hacî Ebdul-Îlah Silêman Keleş, ji ragihand, sibe li Deriyê Pêşabûr Sêmalka ew dê pêşwaziyê li haciyên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bikin.

10.06.2023, Cts - 18:42

Heciyên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê sibe digihêjin Hewlêrê
Nuçe Belav bike

Rêveberê Ofîsa Haciyên Sûrî li Herêma Kurdistanê Hacî Ebdul-Îlah Silêman Keleş ji Rûdawê re ragihand ku hejmara haciyên îsal ên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, ku bi rêya ofîsan wan dê herin Hecê, 475 kes in û 175 kesên din ên ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ku li Herêma Kurdistanê ne, dê tevlî wan bibin.

Bi giştî hejamra heciyên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê dibe 650 kes, dê ji Firokexaneya Hewlêrê ya Navdewletî biçin Hecê.

Her bi gotina Hacî Keleş, roja Îna bê, demjimêr 10:00ê sibehê 165 kes û demjimêr 18:00ê êvarê jî 165 kes dê bi firokeyê biçin Hecê. Bi heman awayî jî roja Şemiya bê, beşê mayî dê derkevin.

Derbarê têçûya geşta çûn û hatinê û xerciya her kesekî de jî, Hacî Keleş ji Rûdawê re got, tevaya xerciya çûn û hatina her kesekî ji ber Deriyê Pêşabûr heta vegera ji Hecê, 4 hezar û 200 dolar e.

Hacî Ebdul-Îlah Silêman Keleş, daxwz kir ku bi rêya Rûdawê spasiya wî bigihêje Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê û hemû aliyên pêwendîdar ku bi awayekî baş bi wan re alîkar in ji bo biserîkirina heca xelkên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, bi hêsanî û bê astengî û zehmetî.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 318 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:59:17
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x