Li Amedê Cejna Kirîsmisê bi stranên ayînî yên Kurdî hat pîrozkirin

Sûryanên li Amedê Cejna Krîsmesê bi ayînan pêşwazî kirin.

26.12.2022, Pts - 07:44

Li Amedê Cejna Kirîsmisê bi stranên ayînî yên Kurdî hat pîrozkirin
Nuçe Belav bike

Li Amedê jî cejna krîsmîsê bi coşeke mezin û bi stranên ayînî yên Kurdî hate pîrozkirin. Di van salên dawiyê de beşek ji Kurdan ola xwe ya Misilmaniyê diguherînin û dibin Krîstiyan. Kurdên li Amedê piranî xwe li Dêra Protestan digrin. Ji ber ku Ortodoks û Katolîk kesên ku paşê dibin Krîstiyan napejirînin.

Sûryanên li Amedê Cejna Krîsmesê bi ayînan pêşwazî kirin. Ayîn li Dêra Dayik Meryemê bi beşdariya metropolîtê sûryanan pêk hat.

Di ayînê de find hatin pêxistin û dûa hatin kirin. Dûa û daxwazên metropolît li Rojhilata Navîn rawestandina şer û serkeftina aştiyê bû.

Metropolîtê Sûryanan li Dêrûlzaferanê Salîba Ozmen got: “Li vir, li Iraqê li Sûriyê, li Tirkiyê bila ev cejn li hemû Rojhilata Navîn bibe sedema rawestandina şer. Bila ev cejn bi xwe re aştiyê bîne.”

Ne tenê Krîstiyan beşek ji Kurdên misilman jî di ayînê de amade bûn û rojbûna Îsa Mesîh pîroz kirin.

Kurdên ku ola xwe diguherînin xwe li Dêra Protestan a Amedê digrin. Keşeyê dêrê Ehmed Guvener bi xwe jî kurd e û paşê bûye Krîstiyan.

Keşeyê Dêra Protestan a Amedê Ehmed Guvener got: “Bi taybetî di van demên dawiyê de mirov gelek lêkolînan dikin. Bi xêra înternetê xwe digihînin agahiyên rast. Piştî lêkolînên xwe bi encam dikin digihijin vê baweriyê û têne ba me. Di demên dawiyê de her diçe hejmara wan kesan zêdetir dibe.”

Li gorî rêveberên dêra protestan dêrên Ortodoks û Katolîk kesên ku paşê dibin Krîstiyan zû bi zû napejirînin. Ji ber vê yekê jî Kurdên dixwazin bibin krîstiyan wan hildibijêrin.

Beşdarê ayînê Mînas got: “Ez kurd im. Bila li hemû dinyayê mirov ji hev hez bikin.”

Beşdarê ayînê Weys jî dibêje: “Rojek gelek baş e. Ji bo krîstiyanan rojeke girîng e.”

Ji ber ku piraniya civata protestan ji kurdên misilman bûne û paşê bûne krîstiyan pêk tê, di Dêra Protestan a Amedê de stranên ayînî jî beşek bi kurdî ne. Bixêrahtina kurdî ya bi nivîskî jî li dêrê li ber çavan dikeve.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 659 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:33:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x