Amedspor: Em ne saziyekî siyasî ne

Serokê Amedsporê Nurulah Edemen ragihand ku wan 39 pêşbirkên dawî yên li bajarên din bê bînerên xwe lîstine û lê zêde kir: "Amedspor ne saziyeke siyasiye lê klûbeke futbolêye.

25.11.2017, Cts - 08:31

Amedspor: Em ne saziyekî siyasî ne
Nuçe Belav bike

Amedspora ku di Koma Sor ya 2. Lîga Tirkiyê de dilîze, di pêşbirka di çarçoveya Kûpaya Tirkiyê ya Ziraatê ku bi Bucasporê re lîst de têk çû mafê beşdarbûna kûpayê bidest nexist.

Her wiha piştî bûyerên ku di pêşbirka bi Bûcasporê de ku di 12'ê Mijdarê de hatibû lîstin derketin, Lijneya Disîplîna Futbolê, 3 meh cezayê mehrûmiyeta mafî û 30 hezar lîreyên Tirkî cezayê pereyan li Nurulah Edemen birî.

Li gor nûçeya Mezopotamya Ajansê serokê Amedsporê Nûrûllah Edemen destnîşan kiriye ku: "Têkçûn ne yek alîye. Ne raste ku mirov tîma teknîk an jî lîstikvanan sûcdar bike."
Di domandina axaftinê de Edemen li ser cezayên ku li wana hatine birîn jî axivî û weha got: "Li qada xwe û li qadên tîmên dîtir ev rewşê pir dijî. Dema mijar dibe Amedspor pênaseyên cuda tên kirin. Ev ne biryarên ewlehiya bajêr in, biryarên siyasî ne. Ev derveyî exlaqê sporê ye. amedspor ne saziyeke siyasiye lê klûbeke fûtbolê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1779 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:57:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x