Amedspor li mala xwe bi ser ket
Amedsporê li stadyuma xwe Bandirmaspor 2 û 1 têk bir û bû xwediyê 3 puanan.

Amedspora ku di Lîga 1emîn a TFFyê de ye, di hefteya 24an de li mala xwe bi tîma Balikesêrê Bandirmasporê re lîst.
Lîstikvanê Amedsporê Yohan Cassubie xuleka 23yan golek avêt û tîma xwe 1-0 xist pêş.
Nîva yekem a lîstikê 1-0 bi serkeftina Amedsporê bi dawî bû.
Lîstikvanê Amedsporê Mehmet Yeşîl xuleka 82yan golek avêt qeleya xwe û skor bû 1-1.
Xuleka 90î Mehmet Yeşîl vê carê li ser navê tîma xwe golek avêt û Amedsporê 2-1 xist pêş.
Amedsporê bi vê encamê puanên xwe derxistin 34an û di Lîga 1emîn a TFFyê de derket rêza 10an.
Amedspor hefteya pêşiya me dê li deplasmanê bi Bolusporê re bilîze.