Nivîskar Tosinê Reşîd: Fikra kurdistanî bi Barzanî li Sovyetê geş bû

Dema me şoreşa başûrê Kurdistanê û nemir Mele Mistefa Barzanî naskir û bi taybetî dema ku Yekîtîya Sovîyêt bi awayê eşkere alîkarî da şoreşê, ew hestên me yên kurdî, kurdistanî kurdperwerî, welat û niştimanperwerî weke alava agir geş bûn

22.02.2017, Çar - 18:18

Nivîskar Tosinê Reşîd: Fikra kurdistanî bi Barzanî li Sovyetê geş bû
Nuçe Belav bike

Nivîskar, şair û edîbê kurd Tosinê Reşîd ji heftenameya Basê re axivî. Tosinê Reşid edîb û munewerê kurdên ermenîstanê ye. Nivîskar, lêkolîner û kurdzane. Bi salan di Radyona Rewanê de kar kiriye û di radyoyê de gelek bername birêvebirine, di gelek şanoyên radyoyê de lîstikvanî kiriye.

Gelo em dikarin Tosinê Reşid nas bikin. Tosinê Reşîd, kîye li ku hatîye dinê ji kîjan malbatê ye?

Navê bavê min Reşîdê Ozmane. Malbata me ji Sûsiza Qersê, gava ku sala 1918an, tirk dikevin Qersê, bi tevahîya êzdîyên Serhedê ve derbasî Ermenistanê dibin. li gundê Korbilaxê bi cih dibin. Li vî gundî mirovên me, ên ji eşîra Şerqîya hebûne. Dayika min jî navê wê Xezala Çolo ye. Di sala 1921an de bavê min diçe Tiblîsê, paşê jî malbata xwe dibe wir. Malbat di sala 1933an de vedigere Ermenistanê û li gundê Kurekendê li navçeya Êçmîadzînê bi cih dibe. Ez 22yê Hezîrana 1941an de li zozanên gundê Kûrekendê,ku çîyayê Elegezê bûn, hatime dinê. Dema min dest bi dibistanê kir, li gundê me dibistan heta pola çaran bû. Ji pola 5an heta 7an ez çûme dibistana gundê Haytaxê ku gundekî ermenîyan bû. 3 kîlomêtre ji gundê me dûr bû. Ji pola 8an heta 10an li gundê Samaxarê, ku 5 km ji gundê me dûr bû, bi peyatî diçûm û dihatim. Min dibistan weha xwend.Min di navbera salên 1959/ 1964 an de li zankoya Yêrêvanê beşa Perwerdehîyê, Fakûlteya Fîzîk-Matêmatîkê qedand. Di sala 1975an ji doktoraya xwe li ser beşa kîmyayê kir.

Bingeha te ya folklor û kurdzanîyê ji ku dihêt, ev hişmendî çewa çêbû?

Salên zarokatîya min, oda me hebû, bi êvaran gundî û dengbêj lê dicivîyan. Şevên payiz û zivistanan dîwan dikemilîn. Stran, destan, cîrok, efsaneyên liser jîyana êzdîyan digotin. Liser jîyana kurdan dihatin gotin. Ji bilî dengbêjan gundîyên me jî carcaran gelek tiştên bi kurdan ve girêdayî digotin. Dengbêjên weke Şêx Hesen destan digotin; Mem û Zîn, Sîyabend û Xecê, Ker û Kulik, Xanê Çengzêrîn û gelekên din. Dengbêj Ahmedê Mîrazî ku di nav xelkê de wekî Ahmedê Şewêş dihate naskirin jî stranên mêranîyê digotin. Ev yek li jîyana min gelek bi tesîre. Ev bingeh ji zarokatîyê tê.

Mamoste hişmendîya kurdî, kurdistanî û welatperwerîyê çewa dest pêkir. Ji ku, ji çi tesîr çêbû?

Şansê min yê yekem ku ez birazîyê Qanatê Kurdo me. Qanatê Kurdo di dîroka kurdan de xwedî cihek bi qedre. Kedeke bê hempa daye kurdnasîyê, kurdewarîyê. Sala 1955anwî min birim Leningradê ji bo ku ez li ba wî bixwînim. Lewre hewaya wir limin nehat ez vegerîyam û min li Ermenistanê xwendin berdewam kir. Qanatê Kurdo sala 1955ançend helbestên seydayê Cegerxwîn ji min re şandin. Cara yekem bi helbestên Cegerxwîn fêrî alfabeya latînî bûm. Sala 1957an wî monografîya xwe, ya rêzimanî ji min re şand. Paşê çiqas gotar û pirtûkên wî çap bibûna, ji min re dişand. Pirtûkxaneya apê Qanatê Kurdo ji min re bû wek dibistanek.

Dema me şoreşa başûrê Kurdistanê û nemir Mele Mistefa Barzanî naskir û bi taybetî dema ku Yekîtîya Sovîyêt bi awayê eşkere alîkarî da şoreşê, ew hestên me yên kurdî, kurdistanî kurdperwerî, welat û niştimanperwerî weke alava agir geş bûn. Me di sala 1963an de komelaya kurdîava kir. Li wir ziman, çande, folklor û welatperwerîya kurd her li pêş bû. Me di kuçeyan de sirûda Ey Reqîb distira.

Cihê Radyoya Rewanê di dîroka Kurdistanê de pir girînge. Çîroka te û radyoya Rewanê çi ye?

Radyoya Rewanê berê rojê nîv saet weşana kurdî dikir. Bi têkilîyên nemir Mele Mistefa weşan kirin rojê saet û nîvek. Min 10 salan li radyoyê bernameyek bi navê ansîklopedîya kurdî çêkir. Liser dîrok û serhiladanên kurdan, ser çand, huner, folklor, wêje, erdnîgarî û tiştên bi kurdan re eleqe hemû tişt. Li radyoyê şano amade dikirin,şanoyên radyoyê. Şano bêtir ser bingehê destanên kurdî çêdikirin. Min jî di wan şanoyan de dilîst. Mînak ez di şanoya Kerr û Kulik de roleke sereke, rola Kerr dilîsim.

Min ji bo Şanoya kurdî ya bajarê Tiblîsî pîêsa Sîyabend û Xecênivîsîye.Di jîyana min de cihê radyoyêji pir giring e.

Gelo maceraya nivîsandina te kengê dest pêkir?

Kekê min Rizalîyê Reşîd jî şairek hêja û xwedî qelemek başe. Bi gotina ku ew dibêje di sala 1955an de min helbestên ji wî re xwendine. Yekemîn gotara min e kurdî sala 1961an di rojnameya Rêya teze de hatîye weşandin. Yekemîn şiîra min sala 1962an bi radîyoya kurdî, ya Rewanê hatîye belav kirin. Min di sala 1966an de pirtûka xwe ya yekem amade kiribû. Lewre şaxa nivîskarên kurd yên Yêrîvanê nivîsên min nepejirandin, jimin re gotin hin guherînan bike û pesnê sosyalîzmê û Partîya Komûnîst bide. Min ev yek qebûl nekir. Jiber vê yekêjî weşana pirtûka min ya yekem di sala 197 an de temam dibe. Lê min tu guhastin nekirine pirtûkê, piştî 9 salan, bêyî guherînan, weke roja ewil da weşandin. Bi navê Kilamên rê di sala 1975an de yek pirtûk hate weşandin.

Apê Tosin, tu pêşeroja huner û hunermedan, wêje û wêjevanan, bi tevahî qedera kurdan ya pêşerojê çewa dibînî. Pêşnîyaza cenabê te ji bo wan çîye?

Pêşeroja kurdan ronîye, em ji tarîtîyê ber bi ronahîyê ve diçin. Kurd di gelek roj û zahmetîyan de derbas bûne, êşên nedîtî, ne bînayî kişandine. Bi dehan caran di komkujîyan de derbas bûne. Hê jî rojên zor û zahmet li pêşîya kurdane, lewre rojên xweş û geş jî li pêşîya wanin. Wê Kurdistan ava bibe. Ew dayik wê azad bibe. Hêvîya min bi keç û xortên kurdan heye. Lewre xwezî sîyaseta kurdan jî yekîtîyek dinava xwe de ava bikirna. Daxwazîya min ji hemû sîyasetmedar, partî, sazî û dezgeyên kurdan heye. Bila berjewendîyên neteweya Kurdistan li pêşîya hemû tiştî bigrin. Hunermend, wêjenas û nivîskarên kurdjî, bila kurdî bikin taca serê xwe. Bila xizmeta wan ji bo neteweya kurdbe. Bila dilê wan ji bo kurd û Kurdistanê lê bide. Bila keç û xortên kurd jî bixwînin her bixwînin. Bila di hişmedîya wan de netewe, ax û dîroka Kurdistanê şax bide. ji Bakur, ji Başûr, ji Rojhilat, Rojava û sovyetîstana kevn, çavê hemû keç û xortên kurdan maç dikim.

Berhemên Tosinê Reşîd

Te gelek tişt nivîsîne, gelek werger kirine. Ew berhem dihêne bîra te?

Kêm zêde tiştên ku dihêne bîra min evin;

Kilamên rê (helbest) 1975, Yêrêvan. wergera tirkî (werger A. Balî) sala 1985 an li Bêrlînçap

Zozan (helbest) (almanaxa Bahara Teze 3) Sovêtakan grox 1984, Yêrêvan.

Nîvro (helbest) Sovêtakan grox 1987 Yêrêvan

Sîyabend û Xecê (drama) “Roja Nû” Stockholm, 1988,

Şeva bê xew (kurteçîrok) “APEK”, Stockholm, 2000,

90-salîya bûyîna zimanzanê mezin Qanatê Kurdo (lêkolîn, bîranîn) bi Husên Hebeş ve, “Hogir” Bonn, 2000.

Êzdîyatî, oleke hê jî ne naskirî, (lêkolîn) “Roja Nû” Stockholm, 2004,

Çapa duyemîn, “Lîs”, Dîyarbekir 2010.

Çapa sêyem, weşanxana wezareta karên olî, Hewlêr, 2012. Bi tîpên erebî.

Min bêrîya şevên Sipî kirîye (kurteçîrok) “Avesta” Stenbol, 2005.

Min bêrîya şevên Sipî kirîye (kurteçîrok) Çapa duyem “Spîrêz” Duhok, 2005. Bi tîpên erebî.

Mestûre, serê hêjayî tac bû (roman), “Araz” Hewlêr, 2005. Bi tîpên erebî.

Sala 2005 an ji bo romana “Mestûre, serê hêjayî tac bû” hêjayî xelata weşanxana “Aras” bûme. Xelat Prêmêr mînîstrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî daye.

Çapa duyemin, “Ronahî” Amed, 2010.

100 salîya zana û nivîskarê kurd Qanatê Kurdo ( lêkolîn û bîranîn), bi Husên Hebeş ve, Yekîtîya Nivîsarên Kurd Duhok, 2009. Bi tîpên erebî.

Evîna te ez parasim (roman) Han Bêrlîn 2010

Em bi zimanê xwe kurd in (berevoka gotarên ser ziman û wêje), 2011 Do Stenbol.

Hêsir (kurteçîrok), “Han” Bêrlîn 2011.

Hêsir (kurteçîrok), Çapa duyem, “Aras” Hewlêr. Bi tîpên erebî. 2012.

Berhemên ji bo çapê amade kirî û çap kirî:

Gulbijêr ji helbestên Şikoyê Hesen, (helbest) “Spîrêz” Duhok, 2007. Bi tîpên erebî.

Şikoyê Hesen, Ba û payîz (helbest) “Avesta” Stenbol, 2008

Folklora Kurmanca (Hecîyê Cindî, Emînê Evdal), Avesta” Stenbol, 2008.

Rizalîyê Reşîd, Baharê bahar nedît, kurteçîrok, “Xoybûn” Bêrlîn, 2008.

Werger

L.N. Tolstoy Çîrokên zarokan Ronahî 2010, Amed

Qanatê Kurdo “Lêgerîna zaza” Hogir 2016 Bon.

Ji bilî van berheman gelek nivîs û gotarên min di rojnameyên weke rêya teze û gelek kovaran de hatine weşandin.

basnews
Vî nûçeyê tevayî: 1383 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:51:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x