Ebdûlazîz Qasim: Şoreşa (Jîna Emînî) sînorên Îranê derbas dike

\'\'Ku bi dirêjahiya 43 salan bi tenê bi kuştinê bersiva serheldêr û azadîxwazan hatiye dan.\'\'

05.10.2022, Çar - 08:24 [ Güncellenme: 05.10.2022, Çar - 12:33 ]

Ebdûlazîz Qasim: Şoreşa (Jîna Emînî) sînorên Îranê derbas dike
Nuçe Belav bike

Xuyaye ku serhildana xelkê Îranê û Rojhelatê Kurdistanê li dijî rêjîma Îranê ya mirovkuj û stemkar roj bi roj berfirehtir dibe û bi taybetî ku nerazîbûna tevaya xelkê Îranê li dijî hovîtiya rejîmê, piştî şehîdbûna keça Kurd (Jîna Emînî) zêdetir bûye, tevî xwepêşandanên xelkê Îranê yên li diasporayê û bi taybetî li Ewropa, Amerîka, Brîtanya û Keneda .. hd.

Tişta niha diqewime, bi awayekî serekî ji encama têkçûna rewşa guzeran û jiyana xelkê Îranê ye û herwisa ji encama siyaseta serkutkar ya vê rêjîmê ye, ku bi dirêjahiya 43 salan, bi siyasetên mirovkuj \"kuştin û bidarvekirin\" serederiyê digel xelkê azadîxwaz yê Îranê dike, bi taybetî li dijî gelê kurd siyaseta jinavbirin û asîmelsyonê pêrew dike, zêdebarî destdirêjiya wê di nav karûbarên dewletên herêmê de û piştevaniya gelek rêxistinên terorîst li Sûriya, Lubnan, Îraq, Yemen û Filestînê, hevdem ligel êrîsên wê yên berdewam li ser xaka Herêma Başûrê Kurdistanê, bi taybetî êrîşên wê yên vê dawiyê bi rêya firokeyên bêfirokevan û mûşekên balîstîkî.

Eşkereye ku rêjîma Îranê ti bersivek yan bijardeyek bidest nîne ji bo bersivdana daxwazên xelkê Îranê ji bilî kuştin û serkutkariyê û gunehbarkirina xelkê serheldêr bi xiyanet û pêwendiyên ligel Amerîka û Îsraîlê, ku ev gotar îrojî di daxuyaniyên Xamineyî, Rayîsî û rayedarên payebilind yên rêjîma Îranê de xuya dibe, ku bi dirêjahiya 43 salan bi tenê bi kuştinê bersiva serheldêr û azadîxwazan hatiye dan, çawa dibînin ku di heyamê çend rojên borî de bi dehan xwepêşander li deverên cuda cuda li ser destê hêzên ewlekariya rêjîmê hatine şehîdkirin û bi taybetî li Rojhelatê Kurdistanê û Beloçistan.

Ji aliyekê din, xuyaye ku rêjîma Îranê bi bedxwazî û fêlbazî serederiyê \"reftarê\" digel serheldanê dike, ku serederiyek cuda digel xwepêşanderên Faris û Azerî û Ereban dike beramber serederiyek tundtir li dijî gelê Kurd û Beloç bi taybetî li dijî Herêma Kurdistan, bi armanca çêkirina duberekiyê di nav xwepêşanderan de û herwisa ji bo bidestxistina razîbûna neyarên gelê Beloç wek Pakistan û neyarên gelê kurd ji bo bidestxistina piştgiriya dewletên dagîrkerên Kurdistanê, herwisa ku îro ji bo serkutkirina serheldanê li ser asta navnetewyî, tê çaverêkirin ku rêjîma Îranê destberdariyek bêwêne \"îmtiyazên mezin\" li ser bername xwe etomî pêşkêşî Ewropa û Amerîka bike, zêdebarî pêşkêşkirina gerentiyên ewlehî bo Îsraîlê, ku razîbûna Hizbulah li ser diyarkirina sînorê deryayî di navbera Îsraîl û Lubnanê de dikeve di heman çarçoveyê de.

Bi dîtina min ku hesabên berê yên herêmî û navdewletî piştî şerê Rûsiya û Ukraynayê hatine guhertin, bi taybetî ku nêrînên cuda li Amerîka li ser bernameya etomî ya Îranê di navbera Komarîxwaz û Demokrat de hene, bi taybetî ku rêkeftina etomî bi awayekî rasterast wê bikeve di xizmeta bihêzkirina aboriya rêjîma Îranê û zêdekirina hejmongerî û destdirêjiya wê de, lê dîsa biryara dawiyê di destê xelkê Îranê de ye, û helbet ku digel berdewamiya serheldanê û hez û îradeya gelê Îranê bo azadiyê, dê hesabên nû bikevin rojevê û dê hevkêşeyên navdewletî û herêmî jî bêne guhertin berbi serkevtina serheldanê û herweha tê çaverêkirin ku serheldan ji sînorê Îranê derbas bibe berbi serheldaneke herêmî ya berfireh bi beşdariya tevaya gelê kurd û xelkê azadîxwaz yên Îraq, Sûriya û Lubnanê jî li dijî hejmongeriya vê rêjîmê serkutkar û milîsên wê yên terorîst, nemaze ku xwepêşandanên girsayî li Îraq û Bexdayê her ji cotmeha 2019\'an ve li dijî alîgirên Tehranê li Bexda heta îro berdewam dikin, û helbet ku şikestina rêjîma Îranê dê bikeve di berjewendiya hemû miletên Rojhelata navîn de û dê bibe fakterê peydabûna ewlehî, seqamgerî û pêşkevtina vê navçeyê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 571 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:11:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x