Daxuyanîya PDK-T Derheqa Hilbijartina 31'ê Adarê

Partîya Demokrata Kurdistanê - Tirkîyê (PDKT) li derheqa hilbijartina 31'e Adarê daxuyanîyek belav kir û spasî gelê Çinarê, ku endamên wan hilbijartine, kir.

04.04.2019, Per - 14:17

Daxuyanîya PDK-T Derheqa Hilbijartina 31'ê Adarê
Nuçe Belav bike

Dema li Tirkiyê hilbijartin ketin rojevê desthilata Tirkiyê Tifaqa Cumhur çêkir, mixalefetê jî tifaqa Millet çêkir. Van her du tifaqan partiyên li Kurdistanê li derveyî xwe hiştin. Kurd jî mecbûr man ku “tifaqa” 3. (piştgiriya hilbijartinê) çêkirin. Her çiqas hin partiyên Kurd di vê piştgiriyê de cih negirtin jî, ev piştgirî mafedar û rewa bu. Pêdivî pê heye partî û rêxistinên Kurdan ku îro li derveyî vê hevkariyê mane jî, di pêşerojê de li ser îlke û prensîbên netewî û stratêjîk li hev bikin, bi hevre bikevine nav hevkariyê, tifaqa netewî ava bikin. Ev erkê hemû welatperwera ye.

Hilbijartina heremî ya ku 31’ê Adara 2019an de çêbû, bi ronahî da xuyakirin ku Kurd di qada siyasetê de bi dengê xwe dikarin di desthilata Tirkiyê de dest bidin guherandin.Weke mînak; çend bajarên mezin ku ew hertimî di destê AKP û MHP de bûn, di hilbijartina 31 Adar’ê de bi alîkariya dengê Kurdan Stenbol, Enqere, Edene, Mersîn, Antalya û gelek ciyên din dest guhertin û ketin destê CHP’ê. Di eslê xwe de guherandina desthilatdariya Tikiyê ne karê me Kurda ye, lê vê jî da nîşandan ku Kurd deng bidin kijan partiyê ew bi ser dikeve .

Divê êdî Kurd bi hêza xwe zanibin, bi xwe bawer bin ku di siyaseta Tirkiyê de xwediyê bandorek mezin in, ew xwedî gotin in. Ew dikarin ji îro bi pêşde van derfetên xwe ji bo berjewendiyên gelê xwe bi kar bînin.

Naxwe eger em hemî parti û rêxistinên Kurd di nava hevkariyekê de li hev bikin, dikarin gelek bi hêsanî mafê xwe biparêzin, li hêjayiyên xwe yên netewî xwedî derkevin, di van babetan de dengê xwe bilind bikin û hemû dinayê ji xwe agahdar bikin. Eger em Kurd bi tedbîr stratêjiyek rast birêve bibin, êdi milletê Kurd bi hemû hêjayiyên xwe ketiye qada navnetewî. Kurd îro li Başûr, li Rojava destkeftinên hêja bi dest xistine, li Rojhilat jî tekoşinek bi bandor tête dan û dewletên ku wek dost piştgiriya milletê me dikin peyda bûne, bi milletê Kurd re xweşbîn in û bi wan re li hev in. Divê ku em xwe bi xwe li xwe û li berjewendiyên milletê xwe xwedi derbikevin, em gelê xwe di van armancan de perwerde û bi rêxistinî bikin. Ev bar û berpirsiyarî li ser milê partî, rêxistin û hemû pêşengên Kurdan deye. Eger ev neyê kirin em tev gûnahkar in, tawanbar in, yek kes û hêz nikare di qada civaka Kurd de xwe biparêze, em PDK-T bi xwe ji di nav de.

AKP di hilbijartinan de windakirinê tehemul nake. Li ciyên ku deng winda kiriye dest bi îtîrazan dike. Ev jî têt wê wateyê ku êdî ew nema ji saziyên dewleta xwe jî bawer dike.

EM PARTİYA DEMOKRATA KURDİSTANÊ hilbijartina 31 Adarê li hemû gelê Kurdistanê re pîroz dikin . Bi taybetî jî, ji gelê Çinarê re spas dikin ku endamê me ji bo serokê şaredariya xwe hilbijartin. Em ji wan re rojên aram, azad û tendurustiyek baş ji xwedayê dilovan hêvî dikin û serkevtina wan dixwazin.

Kesek û xwediyekî miletê Kurd nîne ku îtîraza qeyuman bike; îtîraza kuştî, îtîraza girtiyên hepsan, koçberî û zilma li ser Kurdan bike. Bi kurtî; divê êdî partî, sazî û milletê Kurd bi xwe jî li xwe xwedî derbikeve û êdî rê nedin dek û dolabên ku li ser serê wan tên lîztin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1269 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:40:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x