Mustafa Uzun: Bingeha zimanê dayikê li malê tê danîn.

Pêşketina ziman pêvajoyek jîyanê ye ku berî zayînê dest pê dike. Pêşketina ziman beşek ji pêşkeftina  zarok ya fizikî ye, lê dîsa jî bi qîmet e ku meriv ji destpêkê berê xwe bide wî. 

15.03.2025, Cts - 10:56

Mustafa Uzun: Bingeha zimanê dayikê li malê tê danîn.
Nuçe Belav bike

Pêşketina ziman pêvajoyek jîyanê ye ku berî zayînê dest pê dike. Pêşketina ziman beşek ji pêşkeftina  zarok ya fizikî ye, lê dîsa jî bi qîmet e ku meriv ji destpêkê berê xwe bide wî. 

Zarok di dema zayînê de xwedî şiyan, qabîlyet e ku zimanê xwe bi dest bixe, lê peşvexistina ziman bi hawîrdorê ve girêdayî ye. Ji ber ku zarok di salên xwe yên ewil de zêdetir wexta xwe li malê derbas dikin. Jîngeha malê yek ji faktorên herî girîng e ku zarok fêrî zimanê dayikê bibe û ji aliyê sosyal de bi pêş bikeve. Bi kurtî berpirsiyarîyeka  mezin dikeve ser milên we dê û bavan, salmezinan û kal û pîran.

Bingeha zimanê zarokan di malê de tê danîn. Ji ber vê yekê  dê û bav û malbata zarok, bi taybetî jî dê, dayik xwedî roleka sereke ne. Hûn dikarin li malê  alîkariya zarokê xwe bikin ku ew zimanê xwe pêşve bibin.

Dîsa em dizanin ku: Ziman amûra yekem û herî girîng e ku bi awayekî piralî bandorê li tendûrustî û laşsaxîya zarok dike. Zarok bi alîkarîya ziman xwe fêm dike, derûdora xwe fêm dike. Bi xêra hêza ziman bingeha aîdîyeta çandî û afirandina bixwebawerîyê li ba zarok çêdibe. Zarok bi xêra ziman raman, hest û hewcedarîyên xwe tîne ziman. Axaftina zarok bi lez û bez  di salên ewil ya jiyana wê/wî de tê hilberandin, afirandin û pêş dikeve.

 Ji bo pêşxistina şiyana hilberîna hemî dengên zimanî, hewcedarîya zarok bi demên cûda heye.  Bi demê re zarok 150 masûlkeyên motorîk yên ku bo axavtinê pewîst in, bi awayekî aktîf bi kar tîne  da ku ew hêmû dengên zimanê dayikê derbibire, telafuz bike.

Ka em binêrin bi gelemperî pêşveçûyina ziman di zarokan de  çawa xuya dibe û dê û bav, malbat çawan dikarin alîkarîya zarok bikin ku ew zûtir fêrî zimanê dayika xwe bibe:

1 - Berê zayinê

 Hemû lêkolînên zanistîyê piştrast dikin ku zarok hîn di zikê diya xwe de fêrî  naskirina deng û awazên ku ew dibihîsin, dibin. Berî zayînê jî, zarok dikare dengên dê û bavê xwe bibihîze.

 Di dema ducanîyê de, zarok destpêdike li hember dengan reaksîyon, bertek nîşan dide. Zarok rîtm û melodiya ku ziman li ser hatiye ava kirin têdigihîje. 

 Lêkolîn nîşan didin ku zarokek nûbûyî li hember

stran an jî çîrokên ku wî/wê beriya zayînê bihîstine reaksîyon, bertek nîşan dide.

Dîsan lêkolîn nîşan dide ku pitik(bebek)  dema ku  axaftin û stranên diya xwe dibihîzin aram dibe.

Divê dê û bav bi taybetî jî dê, dayik bi zarokê xwe yê ku hîn di zikê diya xwe de ye re biaxive û jê re stranan bêje.. Ger hûn dê û bav bi zimanên cûda diaxivin û dixwazin ku zaroka/ê we herdu zimanan fêr bibe,  bi zarokê xwe re bi zimanê xwe bipeyivin.

2- Temenê piştî zayinê

0-3 meh. 

Pitik ( bebek)  bi hawîrdora xwe re bi awayekî çalak û biserkeftî di nav danûstanê de ye.

Zarok hewl dide di devê xwe da  hin dengan, bi lêvan û dengên gurçikan derxîne. Bo ku ew  hin dengan derxîne  ew diqîre, diqîje û digirî.

Di nav van sê mehan de, cara yekem zarok dikene.

Pitik bi dê û bav, bi endamên malbatê re bi awayekî aktîf di nav  têkilî  da ye. Ew hin denga derdibîre.

Dema dê û bav bi zarokê xwe re diaxivin, dibişirin, divê jest û mîmikên xwe zêdetir bi kar bînin.

3 - 6 meh.

 Zarok bi çav, bi bişirîn û bi teqlîdkirinê dixwaze bi awayekî aktîf bi derûdora xwe pêwendiyê deyne.

Malbat û kesên ku herî zêde nêzî jiyana rojane ya zarok in, ji axaftina zarok fêm dikin. Hûn dikarin cûreyên cuda yên giriyê û qîjîna zarokê nas bikin.

 Pitik li hember dengên cuda bertek nîşan dide û serê xwe ber bi deng ve dizivirîne yan jê dûr dixe.

 Zarok dengên dengdêran derdixe, li dora xwe guhdarî dike û li întonasyona ziman temaşe dike.

Zarok dengê xwe bilind dike û gelek cureyên dengan diceribîne, heta  ku dengên zimanê ku di hawîrdora wî de tê axaftin fêr dibe.

Awirên rûyê pitikê teqlîd bikin, çêbûna dengan teqlîd bikin û bi zarokê re bipeyivin. Dema ku hûn dilîzin û dipeyivin, bi zarokê re têkiliya çavê aktîf bikin û ji aliyê fîzîkî ve nêzî zarok bibin. 

Bi qafiye, ji zarokê xwe re bistirê.

Bersivdar bin û li ser tiştên ku zarok ferq dike, bipeyivin,

yanî eleqeya zarokê parve bikin û peyvan bidin hestên zarok, mînak. "Oh, niha tu kêfxweş î, Ne wisa, Ma tu

tirsiya yî,  tu şaş mayî, ne ?  ûwd ”.

 Zelal bipeyivin, bibişirin û bikenin û hûn ê  bibînin, di dawiyê de  zarokê/a we yê jî bibişîre.

6 - 12 meh.

Dema  Zarok  navê xwe dibihîse  reaksîyonê  nîşan dide.

Zarok hin dengan bi konsonantan telafuz dike û wan dubare dike. mînak:

ba, la, ga, da, ma : ba, ba. da, da, ga,ga. ma,ma.ga-ga, 

1-2 gotinan dibêje; navên mirovan dizane, dengên nas teqlîd dike

1-2 sal

Zarokê yek salî bi piranî hevokên yek peyvî bi kar tîne, lê di heman demê de dest bi berhevkirina peyvan jî dike:

hevokên du peyvî, mînak. "Na, xew", "Bavo, raze". Zarok dikare şîretên hêsan bişopîne û tiştên ku ew dixwazin an jê re hewce dike bi tiliyên xwe dest nîşan bike.

Ew hin peyvên bedenê xwe nas dikin û dikarin bi tiliyên xwe nîşan bidin. (Poz, dev, lêv, serî, por. ûwd.)

Dema ku yek an cotek tişt hatin gotin, zarok dikare van nîşan bike, wan bîne û bide we. Têgihîştin, hilberîna peyvan zûtir zêde dibe. Gelek zarokên du salî nêzîkî 300 peyvan fam dikin.  Pirtûkên bi wênan zêdetir bala zarokan dikşîne. Çîrok xwendin û axavtin her ku diçe bi zarok re hêsan dibe. Erê û na dikare ji hêla xwe ve bi serî hêjandinê ve were diyar kirin.

Bi zarok re teqlîdkirina dengên heywanan bike û navên wêneyan tiştên populer in ku zarok jê hez dikin nîşanî zarok bide. Gelek zarok dest pê dikin û dikarin navê xwe bêjin.

Zarok di 2 saliya xwe de dest bi çêkirina hevokên 2 - 3 peyvî dike, ferhenga wî/wê digihîje 300 peyvan, pirsan dike û têdigihe û talîmatan bi cî tîne.

Pergala dengê axaftinê li ba piraniya zarokan de hîn jî sînordar e. Lê ji ber ku dêûbav dengê zarokên wan derdixin baştir nas dikin, ew dikarin li ser wan dengan bi zarok re biaxivin.  Wekî tu birçî yî, tu tî yî, dixwazî razê, em herin derva, tu hêrs bû yî, xweş e? Ûwd.

3 sal

Dema zarok digihîje 3 saliya xwe, hejmara peyvên ku jê fam dike digihêje 900an û hejmara peyvên ku bi kar tîne digihîje 500î.  Zarok di danûstendinên xwe yên bi we re de her ku diçe bi zanebûn peyvan bi kar tîne.

Zarok ferqa hevokên fermanî û pirsekê fam dike.

Zarok lîstina bi deng ewletir dibe - zarok mîmîka dike, teqlîd dike, bi ziman dilîze. 

 Zarok dengên mezinan teqlîd dike û dixwaze  wekî wan bipeyive. 

Bi zarokê xwe re bipeyivin û  dema ew bersîva we dide, bi baldarî guhdarî bikin. Nîşan bidin ku hûn pê re aleqeder in. Stran, kilamên zarokan jê re bistêrin. Lîstikên hûn dizanin pê re bilîzin. Pirtûkên bi wênan jê re bixwînin, rê bidin bila zaroka/ê we pirtûka xwendinê hilbijêre. Ferhenga peyvên zarok bi rengdêran dewlementir dibe. Wekî: Mezin, biçûk, dirêj, kin, sor, zer, reş. ûwd. Zarok hevokên dirêjtir fam dike û dikare bersiva pirsan bide.

4 sal

Zarok hevokên bi 4-5 peyvan çêdike. Dikare dema borî rast bi kar bîne. Ferhenga peyvên wî/wê digihîje 1500 peyvan û roj bi roj ew peyv zêde dibin..

Niha zarok fêr bûye ku hemû dengên zimanên ku li derûdora wî/wê hene ji hev cuda bike. Ku dê û bav bi zimanên cuda bi zarok re dipeyivin, zarok dikare bi zimanê wan bersîva wan bide.

Fêmkirin her tim berî axaftinê tê. Gelek caran xuya dike ku zarok di pêşveçûna axaftina xwe de disekine, lê paşê ew peyvan kom dike, ji vê heyamê re dibêjin "qonaxa berhevkarîya peyvan" piştî vê heyamê, heyama teqîna peyvan dest pê dike. Di vê heyamê de zarok dibe sohbetvaneka/ê çalak. Hûn dikarin  Navên rojan, navên fêkîyan, navên sebzeyan û ji hejmara  yekî heta 20 ê fêrî zarokê/a xwe bikin.

5 sal

Zarokek 5 salî ji 2800 peyvan fam dike, Ew dikare di axavtina xwe de 2000 peyvan bi kar bîne û dikare hevokên  bi çar-pênc peyvan çêbike.

Zarokên pênc salî bi gelemperî dengên zimên rast dibêjin.  Zarok êdî hatiye wê qonaxê ku dikare çîrokek wêneyî bixwîne û vebibêje. Dikare rengên sor, şîn, zer û kesk nîşan bide.

Dikare sêgoşe, çember û çargoşe ji hev cuda bike.

Têgînên "sibê", "piştî", "piştî nîvro" ûwd fam dike.

Dikare li ser rewşên xeyalî biaxive, wekî "Ez hêvî dikim " Dikare gelek pirsan wek "kî/kê" û "çima" bipirse.

Bi zarokê xwe re hevokên rojane yên wekî : Silav, bi xêr hatî, oxir be, ser çava, çawanî, baş im, tu çawan î ûhwd bi kar bîne. 

6 sal

Bi hevokên dirêj  yên 5-6 peyvan diaxive, ferhenga peyvên wî/wê   2000 î derbaz kiriyê. Ferhenga peyvan roj bi roj pêşve dikeve. Ew dikare bêje ku:  Tişt ji çi hatine çêkirin; Mînak kursî ji darê hatiye çêkirin. Ew peyvên ku cîh nîşan didin bi kar tîne, wek nav, li kêleka, li ser, nêzîk û dûr. Dikare navnîşan û jimareya telefona xwe bêje, têgînên wekhev û cuda fam bike, dikare 10 tiştan bijmêre, destên xwe yên rast û çepê dizane, rojên hefteyê dizane û dikare bi rêz bêje. Dikare hesabê lêzêdekirina hêsan pêk bîne. Mînak 2 qelemên min hebûn û bavê min 1 qelem da min. Niha çend qelemên min hene? dikare bersiva pirsê rast bide. Dest bi naskirina pereyan dike. Bi zarokên xwe re li ser  tiştên ku li bazarê hene bipeyivin wekî : Ew buha ye? Ew erzanê? Ew çend lîra ye? Ûhwd: Rê bidin bila lîsta tiştên ku hûn ê li pazarê bistînin, zarokê/a we binivîse.

Lêkolîner di wê baweriyê de ne ku zarokên ku di şeş saliya xwe de dest bi dibistanê dikin divê di ferhenga wan a aktîf de derdora 5000 peyv hebin. Malbatên  ku rojane bi zarokan re dixwînin û diyalogê dikin, û ji zarokan derfeta axaftinê, dîyalogê, vegotina çîrokan peyda dikin . Zarokê wan dikare di şeş salîya xwe de xwedîyê 8000 peyvan bin. 

Belê xwendevanên hêja min xwest bi  vê nivîsa xwe ya kurt nîşanî we bidim ku bingeha zimanê zarokan di malê de tê danîn. 

Dê û bavên hêja:  Em kurd jî miletek in û zimanê me jî kurdî ye û bi hezaran sal in dê û bavên me, pîr û bapîrên me bi zimanê kurdî diaxivin.

Dayikên delal: Ji bo ku zarokên we di nav ewleyî,  xweşî û aramî de mezin bibin û  serkeftî bin, divê hûn li  malê bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin û wan fêrî kurdî bikin. Zarokên ku zimanê xwe yê dayikê dizanin di jiyana sosyal ya ewletir dijîn û ji aliyê derûnîye de zêdetir bixwe bawerin.

Em dizanin ku îro yasayên Tirkîyê rê nadin ku zarokên kurda li baxçeyê zarokan û pêşdibîstanan de fêrî zimanê kurdî bibin. Ji ber vê yekê jî divê em li malê zarokên xwe fêrî zimanê kurdî bikin.

Ez hêvî dikim ku hûn dê zarokên xwe bi zimanê wan yê dayikê ku wekî şîrê diya wan paqij û ji wan re helal e ve mezin bikin.

 

Çavkanî

1-  Skolverket . Bidra till språkutveckling hela dagen.

2 - Gunişigi Çoçuk Merrkezi 0-6 Yaş Çoçuklarda Konuşma ve Dil Gelişimî.

3. Yaman Şirinler . Ozel Egitim Kurumlari. Çoçuklarda Dil Gelişim Evreleri Nelerdîr.

4 - Studenlitteratur . Språkutveckling | Förskola - Kompetensutveckling

Vî nûçeyê tevayî: 2283 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:39:22
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x