18 koçberên Rojavayê Kurdistanê li Cezayirê wenda ne

Ev çar meh in ku 18 koçberên ji Rojavayê Kurdistanê, li Cezayirê wenda ne.

28.08.2023, Pts - 05:58

18 koçberên Rojavayê Kurdistanê li Cezayirê wenda ne
Nuçe Belav bike

Ji wan koçberên wendabûyî 17 kes ji bajarê Kobaniyê ne û yê din jî xelkê Efrînê ye.

Malbatên 18 koçberên ji Rojavayê Kurdistanê, bi rêya Rûdawê bangekek belav kir.

Ew malbat ji bo çarenivîsa zarokên wan eşkere bibe, ji hikûmeta Cezayirê û Civaka Navdewletî dixwazin alîkariya wan bikin.

Ew malbat dibêjin, roja 24ê Nîsana îsal zarokên wan bi hinek beleman ji Cezayirê derketine û xwestine xwe bigihînin welatên Ewropayê.

Bi gotina wan, ji wê rojê ve agahî li ser zarokên qut bûye û ew tiştekî li ser zarokên xwe nizanin.

Wan malbatan ji hikûmeta Cezayirê xwestin ku ew jî tevlî karê lêgerîna koçberan bibin.

Bavê koçberekî wendabûyî ji Rûdawê re got, gelek welatiyên Rojavayê Kurdistanê û bi taybetî xelkê Kobaniyê li Cezayirê wenda bûne.

Navên koçberên li Cezayirê wenda ev in:

- Mihemed Mehmûd Ehmed

- Felat Ebdo Neasan - Til Xezal

- Mehmûd Silêman - Şêran

- Serwan Mihemed Elî - Til Xezal

- Aras Merwan Elî - Pêndir

- Ehmed Beşîr Kino - Til Xezal

- Mihemed Neasan - Baxçeyê Ebrûş

- Amed Ela el-Dîn - Şêran

- Hebeş Ehmed - Bilik

- Ibrahîm Hisên Mihemed

- Fîras Elî Remê - Sêlim

- Ferhad Ebdo Elî - Zirafik

- Demhat Osman Şêxo - Çiqir

- Dijwar Ebdilezîz - Minaz

- Mehmûd Salih Osman - Eyn Betê

- Omer Simê - Xecokê

- Mehmûd Mihemed Elî - Til Xezal

- Mihemed Mistfa Hemo - Efrîn

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 461 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:18:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x