Nasnameya 12 Kurdên li Lîbiyayê xeniqîne hat eşkere kirin

Tora Medyayî ya Rûdawê navên 12 qurbaniyên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê belav dike, ku berî 2 rojan di belema koçberan de li Lîbya xeniqîbûn. Li gorî zanyariyan qaçaxciyan termên wan koçberan li Lîbya veşartine û naxwazin kesek wan bibîne.

06.03.2023, Pts - 05:41

Nasnameya 12 Kurdên li Lîbiyayê xeniqîne hat eşkere kirin
Nuçe Belav bike

Berî 2 rojan, belemeke biçûk ku gelek kes têde bûn, ku dixwest koçberan ji bajarê Tebriq yê Lîbya wan bigihîne keştiyeke mezin, piştre biçin Îtalya, lê binav bû.

Di encama binavbûna wê belemê de 17 koçberan canê xwe ji dest dan, 10 kes ji wan xelkê Kobanî bûn, 6 kes ji malbatekê bûn ew jî malbata Weys Ehmed e, her wiha 3 ji Efrînê bûn.

Zanyariyên 12 ji wan koçberan hatine bi dest xistin ku ev in:

Hecî Weys Ehmed yê 29 salî û birayê wî Mehmûd Weys Ehmed ê 30 salî ne, ji gundê Bîr Mamê yê Kobanî

Bêrîvan Mihemed Fethî, hevjîna Mehmûd Weys a 27 salî û zarokên wê Elend ê 7 salî, Lewend ê 5 salî û Fûad ê 4 salî ne.

Ji malbateke din a Kobanî 3 kesan canê xwe ji dest dane, Bekir Mehmûd ê 35 salî û zarokên wî Mihemed yê 1 salî û Yûsif yê 3 salî ne.

Bekir Mehmûd ji gundê Qiçik - Kobanî ye, tenê hevjîna wî rizgar bûye û niha li Lîbya ye.

Malbata din jî ji Efrînê ye, li Şêx Meqsûdê diman, Ayde Hemîd a 54 salî ye ku ji nahiya Mabata ya Efrînê ye û herdu keçên wê Diyana Mihemed ya 23 salî û Aye Mihemed a 19 salî ne ji Mîdan Ikbis a Raco ne.

Diyana û Aye dergîstî bûn, biryar bû biçin li Ewropa bizewicin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 212 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:09:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x