Nêzikî 150 welatiyên Rojavayê Kurdistanê li Sûdanê asê mane

Piştî şerê navxeyî yê li Sûdanê nêzî 150 welatiyên Rojavayê Kurdistanê li Sûdanê asê mane.

01.07.2023, Cts - 20:37

Nêzikî 150 welatiyên Rojavayê Kurdistanê li Sûdanê asê mane
Nuçe Belav bike

Heşt malbatên Rojavayê Kurdistanê ku nêzî 45 kesî ne li hotêleke Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê ne. Ew piştî çendîn mehan ji asêmayina li Sûdanê ji aliyê herêma Kurdistanê ve hatibûn veguhestin. Piraniya wan zarokên di temenên cuda de ne.

Piştî gihîştina wan bo herêma Kurdistanê ew daxwaz dikin ku kerta niştecîbûnê bo wan bê dayin.

Welatî Enwer Mistefa dibêje "Herêma Kurdistanê em vegerandin û anîne vê derê. Me anîn vê derê û me xistin otêlan. Otêlan jî ji me re gotin derkevin. Em jî nizanin bi ku de herin. Em ji Herêma Kurdistanê dixwazin îqame bidin me, alîkariya me bikin ku em karibin herin Sûriyê. Miletê me li Sûriyê heye em serdana Sûriyê bikin û werin Herêma Kurdistanê. Em dixwazin li Herêma Kurdistanê kar bikin."

Ev jî dîmenê nêzî 75 welatiyên Rojavayê Kurdistanê ne ku heta niha li balafirxaneya Porsûdanê asê mane.

Hê jî hejmarek welatiyên Rojavayê Kurdistanê li Sûdawê asê mane. Mehmûd Bekrî û Reşad Yûsif di welatiyên xelkê Kobanî ne û di rêya Rûdawê re daxwaza alîkariyê ji bo derxistina wan ji Sûdanê dikin.

Welatî Mehmûd Bekrî got "Em niha li Port Sûdanê hazir in. Em pê hisiya ku balafir hatine. Malbat bi me re hene û em bang dikin ku me ji vê derê derxin. Rewş gelekî ne xweş e."

Enwer Mistefa ku li gel malbata xwe ji Sûdanê ji bo Hewlêrê hatiye veguhestin, ji Rûdawê re got heta niha Herêma Kurdistanê bi 5 balafiran nêzî 800 kesî ji Sûdanê veguhestine.

Mistefa got jî, tê texmînkirin ku nêzî 150 kesî ji xelkê Rojavayê Kurdistanê li sûdanê mabin, û yek balafir têra veguhestina wan dike.

Rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 264 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:07:59
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x