Şer û pevçûnên Sûdanê berdewam in

Şer û pevçûnên navbera Artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Bilez li Xertûma paytexta Sûdanê û bajarên derdora wê, berdewam in.

17.05.2023, Çar - 07:36

Şer û pevçûnên Sûdanê berdewam in
Nuçe Belav bike

Pevçûnên navbera wan herdu hêzên serbazî yên Sûdanê di roja xwe ya 33emîn de ye. Îro artêşa Sûdanê bi firokeyên şer, pêgehên ser bi Hêzên Piştevaniya Bilez li Xertûma paytext û bajarên Behrî û Umderman kirin armanc.

Piştî bombebaranên asmanî, pevçûnên dijwar di wan bajaran de rûdan. Herwiha çend taxên başûr ûrojhilatê Xertûmê hatin topbarankirin.

Sibera roja 15ê Nîsanê li Xertûma paytexta Sûdanê û bajarên din, şer û pevçûnên çekdarî di navbera Artêş û Hêzên Piştevaniya Bilez dest pê kir.

Lijneya Bijîşkên Sûdanê eşkere kiribû ku heta niha 822 kesên sivîl li Xertûm, El Ubeyd, El Cewneyne yên li herêma rojavayê Darfûrê canê xwe ji dest dane û 3 hezar û 215 kes jî birîndar bûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 247 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:48:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x