Kongresmanekî Amerîkî: Em dixwazin pêwendiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê bihêztir bikin

Kongresmanê Amerîkî Andy Barr ragihand, pêwendiya wan a stratejîk ligel Herêma Kurdistanê heye û ew dixwazin pêwendiyên xwe ji aliyê aborî û ewlehiyê ve ligel Herêma Kurdistanê bihêztir bikin.

11.08.2023, Cum - 11:20

Kongresmanekî Amerîkî: Em dixwazin pêwendiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê bihêztir bikin
Nuçe Belav bike

Kongresmanê Amerîkî Andy Barr ragihand, pêwendiya wan a stratejîk ligel Herêma Kurdistanê heye û ew dixwazin pêwendiyên xwe ji aliyê aborî û ewlehiyê ve ligel Herêma Kurdistanê bihêztir bikin ji bo parastina asayîşa navçeyê.

Andy Barr di axaftina xwe ya ku ji Kurdistan24ê re pêkanîye ragihand: “Em vê pêwendiya xwe ya stratejîk û aborî ya girîng ku ligel Herêma Kurdistanê heye, bilind dinirxînin, em dizanin çendîn astengî û gef li navçeyê û Asyaya Navîn bi giştî hene, di navbera Rûsya û Partiya Komunîst a Çînê de, her wiha rikaberiyeke stratejîk jî di navbera Amerîka û Çînê de heye, loma girîng e ku welatên Asyaya Navîn pêwendiyên wan ên bihêz ligel Amerîkayê hebe.”

Barr diyar kir: “Fikr û ramanên me ligel xelkê Kurdistanê ye û çavê me li wê yekê ye ku em pêwendiyên xwe ji aliyê aborî û ewlehiyê ve ligel Herêma Kurdistanê bihêztir bikin, da ku em dilniyayiya wê yekê bidin ku grûp û hêzên çekdar ên ser bi welatan seqamgiriya welat xerab nekin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 185 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:46:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x